Xamineyî piştî kuştina Yehya Sinwar çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê li ser kuştina Yehya Sinwar got, “Bi kuştina Sinwar bereya berxwedanê ranaweste.”

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî ji bo kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sinwar bi zimanên Farisî, Erebî, Îngilîzî û Azerî peyamek belav kir.

Xamineyî di peyama xwe de anî ziman:

“Qehreman û mucahîd, serkirde Yehya Sinwar tevlî refên hevalên xwe yên şehîd bû.

Yehya Sinwar wekî pola li hemberî dijminê neheq û şerxwaz rawestiya.”

Roja çarşemê çend leşkerên Îsraîlê li bajarê Refahê çend çekdaran dîtin, piştî bombebarankirina wan, diyar bû ku 3 çekdar hatine kuştin.

Rojekê piştî wê artêşa Îsraîlê ragihand, “Gumana kuştina Yehya Sinwar heye û wê testa DNAyê were kirin.”

Piştî çend saetan artêşa Îsraîlê kuştina Sinwarî ragihand û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got, “Şer bi dawî nebûye lê ev destpêka dawiyê ye.”

Hemasê roja înê kuştina Yehya Sinwat piştrast kit  û anî ziman:

“Yehya Sinwar şehîd ket. Şertê berdana dîlan ew e ku Îsraîl ji Xezeyê vekişe.”

Elî Xamineyî li ser kuştina Sinwar her wiha anî ziman:

“Ji destdana Yehya Sinwar ji bo eniya berxwedanê bi êş e lê eniyê bi şehadeta pêşengên wekî Şêx Ehmed Yasîn, Fethî Şeqaqî, Rentîsî û Îsmaîl Heniye ranaweste û niha jî bi şehîdbûna Sinwar hinekî jî ranaweste.”

Elî Xamineyî her wiha da zanîn:

“Hemas zindî ye û dê zindî jî bimîne. Wekî her car em bi mucahîdên Filistînê re ne.”