Êrişî kampa penaberan hat kirin: 33 kes hatin kuştin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa Îsraîlê ya li Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê de 33 kes hatin kuştin.

Hikûmeta Filîstinê ya li Xezeyê, derbarê êrişa Îsraîlê ya li Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê daxuyanî da.

Îsraîlê li bakurê Xezeyê ku ev 14 roj in dorpêç kiriye, Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê û derdora wê bombebaran kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hikûmeta Filîstînê ya li Xezeyê de hat ragihandin ku di êrişên asmanî yên Îsraîlê de herî kêm 33 Filistînî hatin kuştin û 85 kes jî birîndar bûn.

Li Xezeya ku ev 377 roj in êrişên Îsraîlê didomin, heta niha 42 hezar û 500 kes hatine kuştin.

Çekdarên Hemasê beriya bi salekê ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan kir.

Şerê Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir û heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst