Shani Louk û miriyên Xezeyî dan ber hev, bû rojev!

19-10-2023
Nîşan Shani Louk Sema Sîlkîn Un Cil Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Partiya Paşerojê Sema Sîlkîn Unê wêneyê Filistiniyên ku li Xezeyê hatine kuştin parve kir û behsa cilên Shani Loukê kir.

Gelek kesan bi rêya torên civakî bertek nîşanî Sema Sîlkîn Unê da.

Shani Louk ketibû destên çekdarên Hemasê û laşê yê tazî di paşiya pîkapekê hatibû nîşandan.

Herwiha hatibû gotin ku ev jin ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatiye kuştin.

Dîmenên Shani Louk bi rojan di rojevê de mabûn.

Endama Partiya Paşerojê Sema Sîlkîn Unê bi rêya hesabê xwe yê Xê wêneyê Filistiniyên ku li Xezeyê hatine kuştin parve kir.

“Cilên wê yên rojane wekî bincilikan in”

Sîlkîn Unê di vê parvekirina xwe anî ziman ku “Cilên wê yên rojane wekî bincilikan in” û got:

“Ez gelekî hêrs im, ez ji wan hêrs bûme ku ji derewên Îsraîlê bawer dikin û Filistiniyan tenê dihêlin.

Ewên ji bo dîmenên yeke ku cilên wê yên rojane wekî bincilikan in cîhan rakir ser pêyan, li kû ne?

Heke hûn li qaseyekê kamyonetê digerin ku cihê tawanên şer e, va ye li vir e.”

Di demeke kurt de gelek kesan bertek nîşanî van îfadeyên Sîlkîn Unê da.

“Ma hûn cilên miriyan didin ber hev?”

Hinek ji van bertekan bi vî awayî ne:

“Ji ber ku cilên wê wiha ne mirinê heq dike?”

“Ev fikir xelet e, divê kesî sivîl û bêguneh neyê kuştin.”

“Ma hûn cilên miriyan didin ber hev, hûn mirovên çawa ne yan jî hûn mirov in?”

“Dîn miriyan jev cuda nake. Tiştê ku hûn dibêjin dîn, nefret e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst