Welatiyên Îsraîlê ji Tirkiyeyê diçin

19-10-2023
Nîşan Îsraîl Tirkiye Welatî Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîliyên li Tirkiyeyê, piştî banga Îsraîlê vedigerin welatê xwe.

Hikûmeta Îsraîlê piştî zêdebûna xwepêşandanên li dijî welatê wan ên li Tirkiyeyê bangî welatiyên xwe kir ku ji Tirkiyeyê derkevin.

Doh balafireke Îsraîlê ji Tel Evîvê çû Stenbolê û demjimêr 19:30î hejmarek welatiyên Îsraîlê veguhastin Tel Evîvê.  

Herwiha heman rojê balafireke din jî ji Îsraîlê bo veguhestina welatiyên Îsraîlê çû Tirkiyeyê.

Ofîsa Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê, bangî welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kiribû ku demildest Tirkiyeyê terk bikin.

Welatiyên Tirkiyeyê, piştî êrişa li Xezeyê ku nexweşxaneyek hatibû aramancgirtin, li pêş balyozxane û konsulxaneyên Îsraîl û Amerîkayê xwepêşandan kirin.

Li Stenbolê hinek xwepêşanderan xwest bikevin nav konsulxaneya Îsraîlê û di navbera wan û polîsan de alozî derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst