Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê banga grev û xwepêşandanan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de piştvaniya xwe ji bo xwepêşandana roja Şemiyê ya li Berlîn a paytexta Almanyayê ragihand. Her wiha daxwaz kir ku di heman rojê de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî û xwepêşandan birêve biçin.

Di daxuyaniya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê de ku îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an hatiye ragihandin, di duyemîn meha xwepêşandanan de, bila xelkê Kurdistan û Îranê bi greva giştî û xwepêşandaneke seranserî bersiveke guncaw bidin kuştina zarokan û girtina xelkê û tepeserkirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve. Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê her wiha ji aliyên siyasî û saziyên sivîl ên Îranê xwest ku piştevaniya banga wan bikin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê her wiha piştevaniya xwe ji bo banga Berdevkê Malbatên Qurbaniyên Firokeya Ukraynî Hamid Îsmaîliyûn jî ragihand ku daxwaz kiriye roja Şemiyê li Berlînê xwepêşandeke berfireh birêve biçe.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê bang li hemû gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dike ku roja Şemiyê di demjimêr 12:00an de li hemû bajaran dest bi grev û xwepêşandanan bikin ji bo “bersiva tundûtûjiya rejîma Îranê û kuştin û girtina xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve.”

Ev di demekê de ye ku Komara Îslamî ya Îranê bikaranîna tundûtûjî ya li dijî xwepêşanderan red dike. Wezîrê Navxwe Ehmed Wehîdî roja Sêşemê got ku piraniya kesên ku hatine desteserkirin piştî çend rojan a lêpirsînê hatin berdan û têne berdan.

Zêdetirî hefteyekê ye Malbatên Qurbaniyên Firokeya Ukraynî bang li hemû Îraniyên cîhanê kir ku di 22ê Cotmehê de greva herî mezin Ewropayê li Berlînê li dar bixin.

Malbatên Qurbaniyên Firokeya Ukraynî di 2ê Cotmeha 2022an de li bajarê Toronto yê Kanadayê bi beşdariya zêdetirî 50 hezar kesî xwepêşandaneke girseyî li dar xistibû û li seranserî cîhanê bû sedema karvedanên mezin. Malbatên Qurbaniyên Firokeya Ukraynî di daxwaznameyekê de ku ji aliyê hejmareke zêde ya çalakvanên siyasî, sivîl û çandî yên Îranê ve hatiye îmzekirin, daxwaz ji hikûmetan kir ku balyozên Îranê dersînor bikin.