Elî Qeredaxî bo Talîbanê: Em piştevanên we ne

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî di dema pêşwazîkirina hejmareke serkirdeyên Talîbanê de amaje bi wê kir, ew piştevanên Talîbanê ne û dev ji vê bernadin û got, “Serkeftina Talîbanê serkeftina hemû misilmanan e.”

Dr. Elî Qeredaxî derbarê hevdîtina li gel Polîtburoya Dewha ya Talîbanê de li hejmara xwe ya Twitterê li gel hinek wêneyan hejmareke peyam belav kirin û tekezî li ser wê kir ku ew dê li ser piştevaniya Talîbanê berdewam bin di çarçova pêdana “berçavronî, şîret û serxistin”a wan.

Bi gotina Elî Qeredaxî, armanca wî ew e ku “zanyariyeke Îslamî li gor fiqhî û pêwer û bikaranîna hevçerxane” bide Talîbanê li gel vegerandina bo Quran û kirdeyên pêxemberê Îslamê.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman dibêje, ew dikarin alîkariya Efxanistanê bikin, ew jî bo ku di pêşketina zanist û rewişta zanistî de pişkdar be.

Elî Qeredaxî diyar dike, ew destê alîkariya darayî jî bo gelê Efxanistanê dirêj dikin û dikarin lijneyeke darayî pêk bînin ku ezmûna xwe bo kombûnan fêr bikin da ku di pêkanîna hikûmeta nû de bikar bînin û em “dikarin jî karûbarên darayî bi siyaseta darayî, bank, kompanî û stratejiyeke geşepêdanê bo Talîbanê rêk bixin.”

Herwiha di twitteke din de Elî Qeredaxî dibêje, “serkeftina Talîbanê serkeftina hemû misilmanan e û xwe xistine dilê misilmanan” û daxwaz ji hikûmeta Talîbanê jî kir ku dadweriyê biqespîne û bibe nimûneyek bo dadwerî û mîhribaniya îslamî.