Hefter destpêkirina hinardekirina petrolê ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku beşa rojhilat a wî welatî kontrol dike, destpêkirina berhemanîn û hinardekirina petrolê ragihand.

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter vekirina saziyên petrolê bi mercê dabeşkirina dadperwerane ya petrol û bikarneanîna ji bo hevkarîkirina grûpên çekdar ragihand.

Hefter duh, 18.09.2020, di gotareke televîzyonî de li ofîsa xwe ya li Bîngazî ragihand, di çarçova wê rewşa xirab a jiyan û xizmetguzariya xelkê Lîbyayê du tê re derbas dibin, wan biryar daye berhemanîn û hinardekirina petrolê dest pê bike.

Xelîfe Hefter got, “Prose bi girtina hemû tedbîrên taybet bi wergirtina dabeşkirina dadperwer a dahata petrolê bi ser xelkê Lîbya û rênedan bi bikaranîna wê dahatê ji bo hevkarîkirina grûpên çekdar ên tundrew” dest pê dike.

Heyameke dirêj e Lîbya di nav krîzekê de ye û ev salek e jî şer û pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Hefter ku nûnertiya rojhilatê wî welatî dike û grûpên çekdar ên ser bi Hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ku nûnertiya aliyê rojava dike çê berdewam bûn.

Ji bo heyameke zêdetir ji mehekê ye jî şer û pevçûnên di navbera herdu aliyan de rawestiyane û hêzên Hefter li Sirtê mayîne ku mezintirîn bajarê xwedî petrol ê wî welatî ye û deriyê hinardekirina petrola Lîbyayê tê zanîn.

Roja 2ê meha Tebaxê herdu aliyan agirbest û encamdana hilbijartinên giştî ragihandibû û Netewên Yekbûyî jî pêşwazî li vê pêngavê kiribû.[1]