Erdogan: Girê Sipî ya Ereban e

19-09-2016
RÛDAW
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan
Nîşan Tirkiye Erdoagn Girê Spî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Erdogan berî ku serdana Amerîkayê bike, di daxuyaniyekê de îdia kir, ku herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê ya ereban e, ku YPG û PYDê xistine bin kontrola xwe.

 

Serokomarê Tirkyê Recep Tayyip Erdogan beriya ku here Amerîkayê û beşdarî civîna 71emîna Komeleya Giştîya Neteweyên Yekbûîy bibe, li Firokxaneya Ataturk a Stenbolê daxuyanieyk da rojnamevanan.

 

Recep Tayyip Erdogan di vê daxuyaniyê de ragihand, ku ew weke Tirkiye dê li ser operasyona xwe di nav axa Sûriyê de berdewam bin û ew herwiha dê li ser pêşketinên xwe li Sûriyê berdewam bin.

 

Erdogan da xuyakirin, ku hin alî ji wan re dibêjin ku zêdetir pêş nekevin, lê ew dê li ser pêşketinên xwe di nav axa Sûriyê de berdewam bin û tekez kir, heta ku pêwîst bike û heta cihê pêwîst ew dê biçin.

 

Eerdogan anî ziman, ku pêwîst e metirsyê li ser Tirkiyê ji holê werin rakirin.

 

Serokomarê Tirkiyê di beşeke din a daxuyaiya xwe d îdîa kir, ku herêma Girê Spî ya Ereban e, û ew qebûl nakin ku li bakurê Sûriyê korîdorek bin desthilata PYDê û YPGê çê bibe.

 

Recep Tayyip Erdogan destnîşan kir, ku ew bi kêr nabîne ku peyva dewletê bo cihên bin kontrola YPGê de bi kar were û got ew yek neheqî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst