Hecî çûn ser çiyayê Erefe

19-07-2021
Loloxan
Çiyayê Erefe 30 metre bilind û 300 metre jî pan e
Çiyayê Erefe 30 metre bilind û 300 metre jî pan e
Nîşan Hecî Çiyayê Erefe Mala Xwedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heciyan Mala Xwedê hêdî hêdî tewaf kirin û li dora Kehbeya pîroz geriyan û çûn ser çiyayê Erefe.

Polîs jî ji nêzîk ve çavdêriya heciyan dikin heta ku rêkarên xweparastinê ji Coronayê cîbicî bikin.

Îsal ji ber tirsa Coronayê tenê rê bi 60 hezar heciyan hatiye dan daku ferîzeya Hecê cîbicî bikin, ku hemû jî akinciyên Siûdiyê ne.

Ebdullah Duweybî, Hecî, “Rêkarên tendirustî zêde sade bûn, lê hişyarî zêde tund bûn, ev kampeyn pêk hat bi armanca pêşwazîkirin û kombûna xelkê li vê derê.”

Hecî bi gotina sirûta (Lebbeykellahumma Lebbeyk) li Mînayê dest bi Ferîzeya Hecê kirin, îro Duşemê ligel rojhilatinê berê xwe dan çiyayê Erefe.

Çiyayê Erefe 30 metre bilind û 300 metre jî pan e, hecî heta êvarê li ser çiyayê Erefe dimînin.

Li wê derê destê xwe ber bi asman ve bilind dikin û berzûrî xwedê dibin û hinek jî bi kul digirîn.

Elî Ebû Neca, heciyê Misrî akinciyê Siûdiyê, dibêje, “Ev heceke taybet e, ji ber ku em ketine nav rewşa Coronayê, cara yekem e tiştên nû yên elktronî hatine danîn û hatine bikaranîn, bi rêya wezareta Hec û Umreyê bi awayê Onlin navên me hatin danîn, ev yek baş e, lê pêwîst e berdewam be, û di siberojeke nêzîk de baştir jî bibe.”

Her sal nêzîkî 2 milyon kes li seranserê cîhanê rê bi wan tê dan daku Ferîzeya Hecê cîbicî bikin.

Lê piştî belavbûna Coronayê, ti kesek ji derveyî Siûdiyê rêpê nehatiye dan Hecê bike.

Heciyên îsal jî ku hemû jî akinciyên Siûdiyê ne, bi mercê wergirtina vaksînê rê bi wan hatiye dan daku serdana Mala Xwedê bikin.

Ji dema ku Coronayê serî hildaye, 462 hezar kes li Siûdiyê bi Coronayê ketine, 7500 kes jî bi vê virusê canê xwe jidest dane û 15 milyon û 400 hezar kes jî li nav welat hatine vaksînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst