Supaya Pasdaran a Îranê dest danî ser gemiyeke Brîtanî

19-07-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Brîtanya Gemî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê li Tengava Hurmuz dest danî ser gemiyeke Brîtanî ya veguhastina petrolê.

 

Medyaya Îranê ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê li Tengava Hurmuz dest danî ser gemiya Brîtanî ya bi navê “Stena Impero” ya veguhastina petrolê.

 

Li gor daxuyaniya Hêzên Deryayî yên Îranê wê gemiyê yasayên navnetewî binpê kirine lewma wan dest danî ser û ew vekişandina peravên tengavê.

 

Ji aliyê din kompaniya xwediyê tankera Brîtanî ya bi navê "Stena Impero" ya ku tê îdakirin Îranê ew li Tengava Hurmuzê rawestandiye, pesend kir ku keştiyên nasnameya wan nediyar û herwiha helîkopterek nêzîkî tankerê bûye û peywendiya wan bi tankerê re hatiye birîn.

 

Di daxuyaniya nivîskî ya şirketa bi navê Stena Bulk and Northern Marine Managementê de wiha hat gotin, "Em dikarin bibêjin ku 19ê Tîrmehê dema tankera Steno Imperoya bi alaya Brîtanî di Tengava Hurmuzê re derbas dibe, li avên navneteweyî bi dema Brîtanyayê seat 16.00an keştiyên nasnameya wan nediyar û herwiha helîkopterek nêzîkî tankerê bûye. Niha peywendiya me bi tankerê re ya ku ber bi Îranê ve diçe, hatiye birîn."

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 23 karmend di tankerê de ne û zanyariyeke weke bûyerên birîndarbûnê negihiştiye kompaniyê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst