Tehran (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Debax li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê diyar kir: “Îran ji ber referandumê bi hêsanî nakeve şer. Helwesta Îranê, girêdayî Hikûmeta Iraqê ye ku xwediyê artêş û Heşda Şeibî ye.”
Bi serperiştiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl, şanda YNKê roja yekşema 16ê Tîrmeha 2017an, çû paytexta Îranê bajarê Tehranê.
Piştî ku biryar hate dayîn, ku di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûna Kurdistanê were pêkanîn, Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî û rayedarên wî welatî ragihandin, ku ew li dijî giştpirsiyê ne.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Debax aşkere kir, ku di helwesta Îranê de guhertineke mezin dê çênebe û got: “Îran mîna helwesta herî dawî ya Hikûmeta Iraqê, dê helwestek nîşan bide. Îranê peyam şandin PDKê, YNKê, Yekgirtû, Komel, PSDK û Bizava Îslamî û diyar kir, ku ji helwesta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî nîgeran in.”
Nazim Debax destnîşan kir, ku pêwîst e Komîsyona Bilind a Giştpirsiyê ya Herêma Kurdistanê zûtir serdana Îranê bike û got: “Divê komîsyon bizanibe ku ji bilî bersiva ‘Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û yekparçeyiya Iraqê de pêwîst e pirsgirêkên xwe çareser bike’ ti bersiveke din dê wernegire.”
Li gor hin siyasetmedar û pisporan, Îran dê bi rêya Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li ser herêmên nakokî zext û fişarê bike.
Li ser van nêrînan jî Debax got: “Ez nikarim vê yekê piştrast bikim, lê dikarim bibêjim ku, Îran ji ber referandumê bi hêsanî nakeve şer. Helwesta Îranê, girêdayî Hikûmeta Iraqê ye ku xwediyê artêş û Heşda Şeibî ye. Hin fermandarên artêşê jî, li ser çareseriya pirsa kurdî, xwedî bîr û baweriya Beisê ne û weke wan difikirin.”
Piştî pêkanîna referandumê, li ser îhtîmala girtina deriyên sînor ji aliyê Îranê ve, Nazim Debax diyar kir: “Li gor min mijara aborî û bazirganiyê, bi taybetî ji bo Komara Îslamî ya Îranê mijara herî dawî ye ku li ser bifikirin.”
Rayedarên YNKê gava li ser referandumê daxuyanî didin çapemeniyê, gefên welatên cîran bi bîr tînin.
Pispor jî bal dikşînin ser wê yekê, ku ne rast e mirov nîgeraniya li ser referandumê mezin bike û bi bîr tînin, ku di sala 1992an de federalî çêbûbû û di destpêkê de gelek welat li dij derketin, lê piştre qebûl kirin.
Herwiha Nazim Debax destnîşan kir, ku ji bilî YNKê serokên partiyên din jî di heman nîgeriyaniyê de ne û diyar kir:
“Bernameya federaliyê ya sala 1991an, beriya raperînê bi pêşengiya bereya Kurdistanî, bi haydariya Îranê û welatên din hatibû pêkanîn. Rizamendî û piştgiriya gelek welatan hatibû wergirtin. Lê niha biryara referandumê, tenê ji aliyê serokatiya kurdan ve hatiye dayîn.”
Nazim Debax îdiayên ku 'YNK li dijî referandumê ye' red dike û dibêje: “Em rastiyan dixwînin û ev nayê wê wateyê ku em ne li gel referandumê ne. Li gor min, kesên ku piştgirî nadin referandum û serxwebûna Kurdistanê, li dijî gelê xwe îxanetê dikin. Lê pirsa sereke ev e; divê referandum çawa û çi wext were kirin?”
Îranê di meha Hezîranê de pêşiya çemê Zêya Piçûk ku ava wî diherike Başûrê Kurdistanê girt. Hin kesan ev helwest weke hişyariyeke li dijî Kurdistanê nirxandin. Nazim Debax diyar kir, ku ev nêrîn ne rast e û got:
“Min daxwaz kir, ku Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê û rayedarên li Kurdistanê, bila serdana Îranê bikin û bendava ku tê çêkirin bibînin. Bila werin Îranê û vê mijarê li cihê xwe bibînin. Bû 10 sal, zêdetirî 20 projeyên bendavên piçûk ên Îranê hene. Divê ew bendav bi avê tije be. Têkiliya vê mijarê bi referandumê re tine ye.”
Serdana Talebanî bo Îranê
Serdana Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bo Îranê, li medyaya Kurdistanê û Îranê deng veda.
Medyaya Îranê serdana Talebanî weke siyasî nirxand, lê Nazim Debax aşkere kir, ku serdan ne siyasî bû û got:
“Kesên ku ev îdia belav dikin, piçûk difikirin. Serdan bi mebesta guhertina keş û hewaya Birêz Mam Celal pêk hat. Mam Celal nikare biaxive û diyalogeke siyasî pêk bîne, divê em wî bi van mijaran newestînin. Ev peywira Polîtburoya YNKê ye.”
Herwiha li ser tendirustiya Celal Talebanî jî Nazim Debax aşkere kir:
“Dikare tevbigere, rewşa wî ya tendirustiyê ber bi başbûnê ve diçe. Bi taybetî dikare destê xwe û serê xwe bilebitîne. Axavtinan fêm dike. Lê bertekên erênî û neyênî nade. Ji ber ku zû vegeriya, ez xemgîn bûm. Ji bo ku bi serdana şanda dawî neyê tevlihevkirin, vegeriya Kurdistanê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse