Galeriya wêneyan

19-06-2018
13 Photos
RÛDAW

Ji ber êrişa hêzên Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdiyê bo ser çekdarên Hûsî yên li bajarê Hudeyde yê Yemenê, hejmareke zêde ya xelkê vî bajarî aware bûne û niha di rewşeke gelek xirab de dijîn.

Hinek ji xelkê Hudeydeyê ku aware bûne, li parêzgeha Hece ya li bakurê Yemenê, kamp ji wan re hatine çêkirin û di nav wan kampan de dijîn.

Ev yek di demekê de ye, ku êrişa Hevpeymaniya Erebî bo ser Bendera Hudeyde bi giranî berdewam e û şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên hevpeymaniyê û çekdarên Hûsî de çê dibin.

Bendera Hudeyde, bajarekî stratejîk ê Yemenê ye ku dikeve ser Deryaya Sor û ew bender, navçeyên di bin desthilata hûsiyan de bi rêya deryayê bi cîhana derve girê dide.