Sîsî: Divê her kes xwe ji bo ketina Esed amade bike

19-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Misrê Ebulfetah Sîsî dibêje egera ketina Serokê Sûriyê Beşar Esed heye û divê her kes xwe ji bo ketina wî amade bike.

Serokwezîrê Misrê Ebulfetah Sîsî di dema hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Libnanê Temam Selam, li Qahîre got, di rojên pêş de dê rewşa Sûriyê hêj xerabtir bibe û divê her kes xwe ji bo ketina Esed amade bike.

Sîsî got, her dem ihtîmala wê yekê heye ku Esed bikeve û dawî li rêjîma wî were.

Li gor Serokê Misrê, şerê ku li Sûriyê ev nêzîkî 5 sal in berdewam dike, îşareta wê yekê ye ku her ku diçe xerabtir dibe û divê hikûmeta Libnanê û gelê wê amade bin, ji bo ku bikaribin tedbîrên xwe bistînin.

 

Sîsî amaje kir ku dê hejmareke hêj zêdetir a xelkê Sûriyê berê xwe bidin Libnanê û bibin koçber û ev yek jî dê ziyaneke mezin li aborî, siyaset û civaka wî welatî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst