Îraq û Azerbeycan: Em ji bo ku alîkariyê bidin Îranê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê daxuyanî da û wan eşker ki ku ew ji bo her alîkariyê amade ne.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbeycanê Melik Rehmetî, Miftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Sûdanî fermana amadehiyê derxistiye

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Besam Ewadî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bangî Wezareta Karên Navxwe, Heyva Sor û hemû aliyên peywendîdar kir.

Li gorî gotina Besam Ewadî, Sûdanî ji berpirsên Îraqî re gotiye hemû şiyanên xwe bixine xizmeta aliyên pêwendîdar ên Îranê ji bo lêgerîn û dîtina helîkoptera Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê.

“Wekî welatekî cîran û dost Azerbeycan amade ye alîkariyan pêşkêş bike”

Li aliyê din, Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Îro piştî xatirxwestina dostane ji Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi xemgînî nûçeya ketina helîkoptera şandeya pilebilind a Îranê gihîşt me.

Ji bo Serok Îbrahîm Reîsî û heyeta pê re em hêviya silametiyê ji Xwedayê mezin dikin.

Wekî welatekî cîran, dost û bira, Komara Azerbeycanê amade ye her alîkariyên pêwîst pêşkêş bike.”

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribû.