Wezareta Derve ya Iraqê operasyona Tirkiyê protesto dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Hikûmeta Iraqê operasyona leşkerî ya Tirkiyê di nav axa xwe de û bordûmankirina axa Iraqê “bi tundî red û protesto dike.”

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê operasyona nû ya Tirkiyê ya di nav axa Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje, “Hikûmeta Iraqê operasyona serbazî ya hêzên Tirkiyê û bordûmankirina axa Iraqê li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn li bakurê Iraqê di rêya helîkopter û dronan re bi tundî protesto dike. “

Di daxuyaniyê de, operasyona Tirkiyê ya di nav sînorên Iraqê de weke “binpêkirina serweriya axa Iraqê û berovajî yasayên navdewletî” dibîne ku peywendiyên navbera herdu welatan rêkdixe.

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha destnîşan dike, “Iraq red dike ku axa vê bibe qadek ji bo milmilaniyê û yekalîkirina pirsgirêkên derveyî.”

Artêşa Tirkiyê duh Duşembiyê li sînorê qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê û li deverên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê bi hinceta hebûna PKKê li herêmê operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Pençe-Kilîd da destpêkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar derbarê operasyonê de ragihandiye wek ku plan kirine operasyonên wan birêve diçin û armanca ku di qonaxa yekem de diyar kiribûn bidest xistine lê derbarê operasyonê de zêdetir hûrgûlî nedane.