Supaya Pasdaran a Îranê hişyariyek tund da Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) – Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de hişyarî da Amerîkayê ku yasayên navdewletî û protkolên deryavaniyê li Kendavê û Deryaya Omanê biparêzin û nûçeyên nerast belav neke.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “ev hişyarî di bersiva beyannameya yekîneya pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê li navçeyê de û wek bertek li hember daxuyaniyên berpirsên siyasî û serbazî yên Amerîkayê ye.”

Roja Çarşembiya bihorî Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihandibû, ku 11 botên bilez ên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve li Kendavê nêzîkî keştiyên cengî yên Amerîkayê yên li sînorên navdewletî bûne û tevgerên provakatîv û metirsîdar pêk anîne û piştre ji wan keştiyan dûr ketine.

Hêza Deryayî ya Artêşa Amerîkayê herwiha dîmenên vîdeyoyî yên nêzîkbûna botên Îranî belav kiribû, ku bi awayekî bilez ji keştiyên şer ên Amerîkayê nêzîk dibin û tevî ku hêzên Amerîkayê hişyariyê didin wan, lê belê bo dema çend xûlekan li nêzîkî wan keştiyan dimînin.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekîê kiriye, ku “keştiyên cengî yên Amerîkayê li Kendavê ji bo keştiyekî Îranî kêşe derxistine û paşê rêya wê keştiyê vekirine.”

Herwiha Supaya Pasdaran hişyarî daye Hêza Deryayî ya Amerîkayê û dibêje, ew reftar û tevgerên metirsîdar ên hêzên biyanî li navçeyê wek “gef bo ser asayişa niştimanî ya Îranê û hêla xwe ya sor” dizanin û dê “bi tundî bersiva her gefekê bidin.”

Supaya Pasdaran daxwaza derketina hêzên Amerîkayê ji navçeya rojavayê Asyayê jî kiriye.