Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Ebû Debiyê bi Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan daxuyaniyek belav kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand:
“Di civînê de rewş û guherînên dawî yên Îraq û herêmê hatin nirxandin û tekezî li ser xurtkirina têkiliyên dostanî yên di navbera Herêma Kurdistan û Îmaratê û bipêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî hat kirin.”
Îmarata Erebî piştî Tirkiye û Îranê, hevparê herî mezin ê sêyemîn ê bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ye.
Danûstandina aborî ya di navbera Hewlêr û Ebû Debiyê de sala 2007an, bi veberhênana Îmaratê ya di beşa enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de dest pê kir.
Îmaratê Erebî yekem welat bû ku dest bi karkirina di bîrên gaz û petrolê yên Herêma Kurdistanê de kir.
Niha jî şirketa Dana Gasê ya Îmaratê, roleke sereke di hilberîna gazê de li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê dilîze.
Têkiliyên Herêma Kurdistan û Îmaratê ji bilî beşa enerjiyê jî geş bûne û niha Hewlêr û Ebû Debî di beşên çandinî, geştûguzarî, pîşesazî û bazirganiyê de bi hev re dixebitin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Ebû Debiyê bi Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan re civiya pic.twitter.com/yND6dxIKMF
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 19, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse