Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ku hemû cîhanê bi hêviyeke mezin li bendê bû piştî çend saetan dest pê kir.
Agirbestê ku biryar bû îro saet 09:30î li Xezeyê dest pê bike, ji ber ku Hemasê lîsteya dîlan neşandibû pêk nehat.
Îsraîlê ragihand ku heta Hamas navên dîlan eşkere neke, dê êrişên xwe bidomîne.
Li ser vê yekê, Lîwayên Qessamê navê 3 kesan eşkere kir û lîsteya dîlan radestî Îsraîlê kir.
Piştî radestkirina lîsteya dîlan, ki Xezeyê agirbestê saet 12:15an dest pê kir.
Berdevkê Lîwayên Qessamê Ebû Ubeyde ragihand ku di encama lihevkirinê de dê pêşî 3 jinên Îsraîlî werin berdan.
Ebû Ubeyde da zanîn ku dê îro Romî Gonena 24 salî, Emîlî Damariya 28 salî û Doron Steînbrechera 31 salî werin berdan.
Îsraîl û Hemasê li ser agirbestê û pevguhertina dîlan li hev kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 19, 2025
Hemasê navên 3 dîlên Îsraîlî yên ku dê îro berde ragihandin
🔴 ❝Romi Gonen (24), Emily Damari (28), Doron Steinbrecher (31)❞#Israel #Hamas #Gaza pic.twitter.com/Nk3NhezKtI
Agirbest dereng ket
Çend xulek beriya dest bi agirbestê bibe, artêşa Îsraîlê li Xezeyê li pey hev pêk çend êriş pêk anîn.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî got, heta ku Hamas berpirsyariyên xwe bi cih neyîne agirbes dê dest pê neke û Îsraîl dê êrişên xwe bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse