Wezareta Derve ya Iraqê li ser êrîşa Mêrdînê daxuyanî da

19-01-2023
Nîşan Iraq Mêrdîn Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf derbarê êrîşa Mêrdînê de ku di encam de 5 kesên ji Duhokê canê xwe ji dest dan, ragihand wezareta derve dê bi giringî ve û bi aliyên têkildar ên Tirkiyê re bûyerê bişopîne daku sedem û hûrgiliyên bûyerê bên aşkerekirin.

Wezareta Derve ya Iraqê li ser bûyera îro ya êrîşa li Mêrdînê ku di encam de 5 welatiyên Kurd ên ji Duhokê jiyana xwe ji dest dan  karvedan nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf derbarê bûyerê de ragihand, “Di encama bûyera gulebaranê de li Tirkiyê 4 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir: “Em tekez dikin ku em dê bûyerê bi eleqeyeke mezin bi aliyê Tirkiyê re û bi rêya rayedarên pêwendîdar bişopînin ji bo ku em sedem û hûrgiliyên vê bûyerê bizanin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst