Salih Muslim: PYDê ji bo piştî vekişîna Amerîkayê nexşerêyek daye Rûsyayê

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek radestî Rûsyayê kiriye ku têde rê li vegera desthilat û serweriya hikûmeta Sûriyê bo wan deveran didin ku ji sala 2011ê ve ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin. Berpirsê Peywendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Salih Muslim ragihandiye ku di destpêşxeriyê de mercê wan ew e ku hikûmet rê bide ku asteke otonomiya wan hebe û ezmûna Rêveberiya Xweser berdewam bibe.

 

Rayedarên serbazî yên Amerîkayê ragihandine ku tevî nakokiyên navbera Waşinton û Enqerê, ew li Sûriyê li ser plana vekişandina hêzên xwe diçin, ku di Cotmeha derbasbûyî de biryar hatibû dayîn. Berê dihat çaverêkirin ku nîqaşên navbera Amerîka û Tirkiyê, cîbicîkirina planê paş bixe, lê li gor gotina rayedarên Pentagonê, ti pêdaçûneke planê negihiştiye destê wan.

 

Rayedarekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re ragihandiye ku "ti tiştek nehatiye guhertin, em ji Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Koşka Spî John Bolton ferman wernagirin". Hefteya derbasbûyî Bolton di dema serdana xwe ya Îsraîlê de ragihand ku "eger em dilniya nebin ku hevbeşên me di şerê DAIŞê de nakevin metirsiyê, em ji Sûriyê dernakevin".

 

Vê daxuyaniya John Bolton careke din Enqere û Waşintonê vegerand ser çargoşeya yekem a pirsgirêkên wan ên li ser YPGê. Ji ber vê yekê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amade nebû ku bi Bolton re hevdîtin bike û got ku ew ji vî mercê Amerîkayê ne razî ne.

 

Li gor gotinên rayedarên serbazî, şêwirmend û serbaz û heta keştiya serbazî jî dest bi liv û tevgerê kirine daku vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê hêsan bikin. Rayedarên serbazî roja înê ragihandin ku qonaxa yekem tenê vekişandina alavên serbazî li xwe digre.

 

Meha borî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî neçaverêkirî biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê da, lê piştî derketina vê biryarê, nakokiyên Koşka Spî, Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser dem û çawaniya vekişîna hêzan derketin holê. Rayedarên Pentagonê daxwaza çar mehan kirin daku Sûriyê bi cih bihêlin, tevî ku Trump di destpêkê de daxwaz kiribû ku hemû plan di çend hefteyan de were cîbicîkirin.

 

Rayedarê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dibêje: “Em dixwazin em bawer bikin , hêzên ku li gel hevpeymanan beşdarî şerê dijî DAIŞê bûn, rastî metirsiyê nebin, wek Serok got, ti demeke diyarkirî ji bo vekişînê tine ye.”

 

Kurd û Tirk li Rûsyayê ne

 

Piştî biryara meha borî ya Donald Trump, herdu aliyên Kurd û Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêkan berê xwe dan Rûsyayê, di demekê de ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, pêgeh û nifûza Rûsyayê li Sûriyê bihêztir dike.

 

Rayedarên Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ku Erdogan heta dawiya vê mehê dê serdana Moskowê bike û li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin behsa siberoja Sûriyê bike, bi taybetî jî çarenivîsa îdareya Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê. Lê belê rayedarên Rûsyayê dibêjin ku demek ji bo hevdîtina Putin û Erdogan nehatiye diyarkirin. Di heman demê de rayedarên Rojavayê Kurdistanê jî di sê hefteyên derbasbûyî de çendîn civîn li Sûriye û Rûsyayê li gel rayedarên Kremlînê pêk anîn.

 

Heta niha Rûsya bi awayekî konkretî piştevaniya xwe ji bo daxwaza Kurdan yan jî daxwaza Tirkiyê nîşan nedaye, lê roja îna derbasbûyî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand: “Destpêkirina diyaloga di navbera Kurd û Şamê de giringiyeke wê ya mezin heye. Ji ber ku dawiya dawî Kurd beşeke temamker a civaka Sûriyê ye.”

 

Li gor raporta Washington Post a Amerîkî, hêzên Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek radestî Rûsyayê kiriye ku têde rê li vegera desthilat û serweriya hikûmeta Sûriyê bo wan deveran didin ku ji sala 2011ê ve ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin.

 

Berpirsê Peywendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Salih Muslim ragihandiye ku di destpêşxeriyê de mercê wan ew e ku hikûmet rê bide ku asteke otonomiya wan hebe û ezmûna Rêveberiya Xweser berdewam bibe û gotiye: “Me nexşerêya xwe daye destê Rûsan, niha em li benda biryara ji aliyê Rûsyayê ne.”