Pêvajoya dengdayîna hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê bi dawî bû

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Îraq Kerkûk Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêvajoya dengdayîna hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê bi dawî bû û saet 18:00 deriyên sindoqan hat girtin.

Îro demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an ev cara ewil e hilbijartinên encûmenên parêzgehan tên kirin.

Hilbijartin li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê hatin kirin ku piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin.

Li gorî amarên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, heta saet 12:00ê nîvro rêjeya beşdarbûna dengderan di hilbijartinan de li 15 parêzgehan zêdetirî ji sedî 16 bû.

Beşdarbûna herî zêde bi rêjeya ji sedî 32 li Kerkûkê û ya herî kêm jî bi rêjeya ji serdî 11 li Meysan û Diyalayê bû.

Peyamnêrê Rûdawê ji Parêzgeha Nînowayê ragihand, rêjeya beşdarbûna hilbijartinan a wê parêzgehê di navbera ji sedî 50-55an de ye.

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand, beşdariya li navçeya Xaneqînê negihîşt hêviyan û li gorî encamên destpêkê beşdarbûn ji sedî 44 e.

Erkan Elî got, "Nifûsa herêmê têkel e. Piraniya kesên dengê xwe bi kar anîn Kurd bûn."

Nêzîkî 6 hezar berbijêran ji bo 285 kursiyan rikaberiyê dikin û mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan heye.

Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatin danîn û xelk heta saet 18:00an dengê xwe dan.

Bi rêya van hilbijartinan parêzgar tên hilbijartin, rêveberiyên parezgehan tên kontrolkirin û budceya ku ji bo projeyan tê veqetandin tê pesendkirin.

Li 15 parêzgehan ji bo 285 kursiyan hilbijartin hat kirin.

75 kursî kotaya jinan in, herwiha 10 kursî jî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Saîbeya Mendaîyan hatine veqetandin.

38 hevpeymanî û 28 partî beşdarî hilbijartinan bû. Bi tevahî 5 hezar û 904 berbijêr hene ku 70 ji wan serbixwe bûn.

Hilbijartin bi rêya 206 hezar û 438 karmend û 111 hezar û 714 kamerayan hatin kontrolkirin.

24 saetan piştî girtina sindoqan dê encamên destpêkê werin ragihandin.

Hûn dikarin hilbijartinan bi rêya malper, weşan û torên civakî yên Tora Medyayî ya Rûdawê kêlî bi kêlî bişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst