Agirbest li Hudeyde îro ket warê cîbicîkirinê

18-12-2018
RÛDAW
Agirbesta li Hudeyda û pevguhertina 15 hezar girtiyan li xwe digire.
Agirbesta li Hudeyda û pevguhertina 15 hezar girtiyan li xwe digire.
Nîşan Hudeyde Yemen Agirbes
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agirbesta bajarê Hudeyde ya Yemen îro ket warê cîbicîkirinê, xelkê bajêr jî bi hêvî ne herdu alî rêkeftinê binpê nekin.

 

Xelkê Hudeyde bi awayekî erênî berê xwe didin rewşê, ji ber dizanin rawestandina şer tê wateya ku vedigerin ser jiyana xwe ya normal û herwiha hevkarî jî bigihe bi milyonan kes.


Derbarê vê yejkê de Akinciyê Hudeydeyê Şawî Mihemed wiha got: “Belê em bi awayekî erênî berê xwe didin agirbestê. Em geşbînin ji wêya ku ev rewş aştiyê tîne û şer radiweste. Mebesta min ew e divê çend malbat û xelk bimrin? Çend zarok bibin qurbana vî şerî?."


Herçiqas rêkeftin ji derange şeva Duşemê ve were cîbicîhkirin, lê li gor agahiyan li Bendera Hudeyda di navbera Husî û çekdarên hikûmetê de şer û pevçûn çêbûne. Heta niha jî li gor xelkê bajêr, civîna aliyan bi xwe pêngaveke serekî bû ber bi aştiyeke tam li Yemenê.


Akinciyê Hudeydeyê yê bi navê Mihemed Elsîke  jî got: “Em rêkeftina agirbestê li Hudeyde  û Yemenê bi giştî erênî dibînin û em destê xwe bo aştiyê dirêj dikin, ji ber ew beşek ji kultur û dab û nerîtên me ye."


Piştî hefteyek danûstandin û civînên Swêdê, roja Pêncşemê Husî û hikûmeta Yemenê bi navbijêniya Neteweyên Yekbûyî rêkeftin ragihandin ku agirbesta li Hudeyda û pevguhertina 15 hezar girtiyan li xwe digire.


Di encama şerê çar salan ê Yemenê de zêdeyî 20 milyon kes ji 29 milyon akinciyên welat pişta xwe bi alîkariyên mirovî girêdidin ji bo bidestketina xwerakê. 14 milyon kes jî ji nêza di metirsiyê de ne. Hejmara kuştiyan jî li gor lêkolînên dawî di navbera 75-80 hezar kesan de ye, herçiqas li gor amarên fermî hejmara kuştiyan 10 hezar kes e. Ev hemû jî dibe ku bi rêya rawestandina şer li Hudeyde bên çareser kirin ku ji sedî 80ê hawirdeya Yemenê ji wê derê tê nav welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst