Gotibû ‘Ez ji bo parastina Xezeyê diçim şer’: Niha di girtîgeha Filistînê de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Engîn Arslan, 11ê Çiriya Pêşîn gotibû, “Ez ji bo parastina Xezeyê diçim” û xatir ji malbata xwe xwestibû.

Engîn Arslan piştî ku sînorê Sûriyeyê derbas kir xeber jê nehat girtin.

Li gorî agahiyan, Engîn Arslan ku ji navçeya Saruhanliya Manîsayê ye niha li paytexta Sûriyeyê bajarê Şamê di  girtîgeha Filistînê de ye.

Xwişka Engîn Arslan (29), Emîne Yavuz got:

“Birayê min 11ê Çiriya Pêşîn bi gotina ‘Ez ji bo şer diçim Xezeyê’ ji mal derket. Heta 16ê Çiriya Paşîn me xeber jê negirt. Wê rojê xeber ji me re hat.

Ji me re hat gotin ku ew di girtîgeha Filistînê ya Sûriyeyê de ye. Kesekî bi Engîn re di heman girtîgehê de dima, ji girtîgehê derket û li telefonî birayê min ê din kir.

Li gorî ku ev kes dibêje Engîn jê re gotiye, ‘li malbata min bigere û jê re bêje ez dijîm.’

Em dizanin birayê min li wir e lê em nizanin çima hatiye girtin. Em nizanin ka di çi rewşê de ye.

 Ziman nizane, wî welatî nas nake. Em ji rayedaran hêvî dikin, bila alîkariya me bikin.”

“Tim tiştên xirab dihatin hişê me”

Birayê wî Yavuz Arslan jî wiha got:

“Tim tiştên xirab dihatin hişê me lê me nedianî ziman. Heta roja ku derket holê, em li wî digeriyan. Tiştekî din ji destê me nedihat.

Em çûn qereqolê û serdozgeriyê lê me encamek negirt. Roja ku xeber ji me re hat em gelekî kêfxweş bûn. Em alîkariyê dixwazin.”