Artêşa Îsraîlê daxwaza valakirina Nexweşxaneya Şîfayê kir

18-11-2023
RÛDAW
Nîşan Nexweşxaneya Şîfayê Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê daxwaz dike ku Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê were valakirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, artêşa Îsraîlê daxwaz kir ku Nexweşxaneya Şîfayê ya ku nexweş, birîndar, welatiyên herêmê û endamên tenduristiyê lê dimînin were valakirin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku dorpêça artêşa Îsraîlê ya li Nexweşxaneya Şifayê berdewam e û li hundirê nexweşxaneyê xebatên lêgerîn û kolandinê didomin.

Bi îdiaya tunel û cebilxaneyan, nexweşxane hat dorpêçkirin

Nexweşxaneya Şîfayê ya ku nexweşxaneya herî mezin a Xezeyê ye, 15ê Çiriya Paşînê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dorpêçkirin.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan ji bo kontrolkirina Nexweşxaneya Şifayê dest bi operasyonê kiriye.

Piştî serdegirtinê, artêşa Îsraîlê îdia kir ku tunel û depoyên cebilxaneyan li binê nexweşxaneyê hene û hinek çekên riziyayî û kamerayên çavdêriyê wekî delîl nîşan dan.

Hemasê herwiha di serdegirtina Nexweşxaneya Şîfayê de hişyariya “komkujiyê” da û got Îsraîl, Amerîka û civaka navneteweyî jê berpirsyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst