Amerîka 6 helîkopter radestî artêşa Lubnanê kirin

18-11-2021
RÛDAW
Heta niha Amerîkayê zêdetîr 2 milar û 500 milyon dolar alîkarî pêşkêşî artêşa Libnanî kirine
Heta niha Amerîkayê zêdetîr 2 milar û 500 milyon dolar alîkarî pêşkêşî artêşa Libnanî kirine
Nîşan Amerîka Artêşa Lubnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Firokexaneya Hamat li bakurê Lubnanê, Amerîka 6 helîkopterên êrîşker radestî artêşa Lubnanî kir. Ev yek di nimayişeke serbazî de bi amadebûna Wezîrê Berevaniyê yê Lubnanê Joseph Ewn û balyoza Amerîkayê li Beyrûtê Dorothy Shea hat kirin.

Joseph Ewn, Wezîrê Berevaniyê yê Lubnanê, dibêje, “Bê guman hevkariya me ya stratejîk a Lubnanî-Amerîkî di rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê de kir ku alîkariyên Amerîkayê bo me di salên borî de zêde bibin, di encam de artêşa Lubnanê di erkên xwe yên sipartî û pêşxistina şiyanên xwe de berdewam bû, bi taybetî hêzên taybet û yên deryayî û herwiha yên asmanî , ku îro artêşa Lubnanî bi grûpeke helîkopterên MD530 hatiye qayîmkirin.”

Li gor Pentagonê bihayê her 6 helîkopterên Amerîkî ku hatine dayîn bo artêşa Lubnanî digihê 40 milyon dolar, ku dikarin bi mûşekên APKWS êrîşî armancan bikin, di vê çarçoveyê de balyoza Amerîkayê Li Beyrûtê Dorothy Shea tekez kir, ku welatê wê dê di piştîvaniya artêşa Lubnanî de berdewam bibe.

Dorothy Shea, Balyoza Amerîkayê Li Beyrûtê, diyar dike, “Em hê jî bi rêya mîkanîzmayên cuda pabend in bi alîkarîkirina artêşa Lubnanî û ez serbazên artêşa Lubnanî jî beşdarî vê yekê dikim.Em dizanin ku welatê we di rewşeke zêde tengav de derbas dibe, û gelê we di rewşeke aborî zêde xerab de derbas dibe, û gelek ji we bi xwe jî. Em bi xurtî bo alîkariyê kar dikin, daku em çareseriyan ji pirisgirêkan re bibînin.”

Berê Amerîkayê her salê di navbera 100-105 milyon dolar alîkarî didan artêşa Lubnanî , lê piştî herifandina aboriya vî welatî di 2021ê de , Amerîkayê  alîkarî ji  bo 120 milyon dolar zêde kirin. Li gor balyoza Amerîkayê li Beyrûtê ji sala 2006an ve û heta niha Amerîkayê zêdetîr 2 milar û 500 milyon dolar alîkarî pêşkêşî artêşa Lubnanî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst