Artêşa Îsraîlê çend cih li nav axa Sûriyê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandiye, “sê serbaz di encama êrîşa Îsraîlê de bo ser navçeyên başûrê Sûriyê de hatine kuştin û serbazekî din jî birîdnar bûye.”

Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê, derdora demjimêr 03.10 serê sibeha îro Çarşemê, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve dest bi êrîşekê kiriye û sîstema berevaniya asmanî ya wî welatî rûbirûyî êrîşê bûye û çend mûşek jî anîne xwarê. 

Heman çavkaniyê aşkere jî kiriye, ku sê serbazên Sûriyê di êrîşê de hatine kuştin û yekî din jî birîndar bûye, herwiha ziyaneke madî jî li pey xwe hiştiye.

Artêşa Îsraîlê derbarê êrîşên îro de ragihandiye, wan pêgehên serbazî yên Sûriyê û Îranê weke bertekek li hember danîna bombeyan li ser sînorê Golanê bombebaran kirine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê, Avichay Adraee li ser twîterê diyar kiriye, “Îran û Sûriye bi danîna bombeyan hewl didin serbazên Îsraîlê bikin armanc, me jî li bermaber vê yekê pêgehên Hêza Quds û artêşa Sûriyê kire armanc.”

Avichay Adraee herwiha dibêje, “depo û baregeh û binkeyên serbazî kirine hatine armancgirtin, Sûriye berpirs e li danîna bombeyan li ser sînor, Îran li pişt wî karî ye, ku çavkaniya neseqamgîriya Rojhilata Navîn e.”