Sinwar hat kuştin: Tirkiye û Îsraîl bi hev ketin!

Duh li 08:13
Nîşan Israel Katz Erdogan Yehya Sinwar Omer Çelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina Yehya Sinwar krîza Tirkiye û Îsraîlê dest pê kir.

Artêşa Îsraîlê doh piştrast kir ku Serokê Hemasê Yehya Sinwar hatiye kuştin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz piştî kuştina wî wêneyê termê Sinwar belav kir.

“Were hevalê xwe yê qatil û tecawizker bibe”

Israel Katz di vê parvekirina xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan etîket kir û got:

“Were hevalê xwe yê qatil û tecawizker bibe.”

“Katz qatil û Nazî ye”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî vê yekê bertekeke tund nîşanî Israel Katz da û got:

“Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz qatil û Nazî ye û endamê şebekeyeke cinayetan e.

Katz peywirdarê xwînmijiyekê ye ku bi komkujiyê pesnê xwe dide.”

Omer Çelîk got, “Berxedana Xezeyê lûtkeya rûmeta mirovan e” û berdewam kir:

“Katz û mêkujên din dê teqez li pêşberî hiqûqê hesêb bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst