Hemasê kuştina Yehya Sinwar piştrast kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şerê Hemas û Îsraîlê Xelîl Heye Şerê Xezeyê Artêşa Îsraîlê Yehya Sinwar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hemasê yê Xezeyê Xelîl Heye piştrast kir ku Sinwar li Xezeyê hatiye kuştin.

Xelîl Heye behsa kuştina Yehya Sinwar kir û got:

“Heta kêliyên dawî yên jiyana xwe li dijî dijmin şer kir û şehîd ket." 

“Dê berxwedana me berdewam bike”

Heye eşkere kir ku dê şerê wan ê li dijî Îsraîlê berdewam bike û wiha got:

"Em dê heta avakirina dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qudis be berxwedana xwe bidomînin.

Heta ku hûn şer neqedînin û bi tevahî venekişin û girtiyên me berdnedin dê dîlên we neyên vegerandin."

Xelîl Heye amaje bi wê yekê jî kir ku kuştina serkirdeyên Hemasê doza wan a avakirina dewleta Filistînê jî xurttir dike.

Artêşa Îsraîlê doh piştrast kir ku Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sinwar li Refahê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin. 

Roja 16ê Çiriya Pêşîn çend leşkerên Îsraîlê li Refahê dibînin ku 3 çekdar diçin nava avahiyekê û ji artêşê dixwazin ku ew avahî were bombebarankirin.

Leşkerên Îsraîlê nizanin ku Yehya Sinwar yek ji wan çekdaran e ku derbasî wê avahiyê bûye.

Piştî kuştina her sê çekdaran artêşa Îsraîlê diyar kir, ew guman dikin ku yek ji wan çekdarên hatine kuştina Yehya Sinwar e.

Termên wan ji bo pişkinînê sewqî saziya dadî ya bijîşkî tên kirin û doh êvarî hat piştrastkirin ku yek ji kuştiyan Yehya Sinwar  e.

Serkirdeyên Rojava û Amerîkayê li ser kuştina Sinwar daxuyanî belav kirin û diyar kir ku kuştina Yehya Sinwar derfet e ku rageşiyên li herêmê bi dawî bibin.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku bi kuştina Yehya Sinwar re şer bi dawî nebûye û hîn dîlên di destê Hemasê de nehatine rizgarkirin.

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Amir Said Iravanî jî li ser kuştina Yehya Sinwar wiha got:

"Ruhê Eniya Berxwedanê bihêztir dibe.”

Yehya Sinwar piştî kuştina Îsmaîl Heniye bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.

Şerê Xezeyê

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan ên Îsraîlê kir.

Piştî êrişa Hemasê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û wiha got:

“Welatiyên Îsraîlê, em di şer de ne. Hemasê êrişî Îsraîlê û Îsraîliyan kir.”

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, ji ber êrişa Hemasê hezar û 139 kes hatin kuştin û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Her wiha 250 kes jî hatin dîlgirtin. Heta niha 117 dîlên Îsraîlê hatine rizgarkirin û 72 kes jî mirine.

Heman rojê Îsraîlê dest bi bombebarankirina Xezeyê kir û 13ê heman mehê jî dest bi operasyoneke bejayî kir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha 41 hezar û 870 kes di şerê Xezeyê de hatine kuştin û 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûne û herî kêm 2 milyon kes jî koçber bûne.

Berpirsên Îsraîlê eşkere dikin ku heta niha wan zêdetirî ji sedî 60ê çekdarên Hemasê kuştine. 

Beriya bi demekê Hikûmeta Xezeyê amarên dawî yên şer bi Rûdawê re parve kirin.

Li gorî hikûmeta Xezeyê, bajar ji sedî 86 wêran bûye û 41 hezar û 870 kes mirine 10 hezar kes jî winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst