LIBNAN - Dîsa amûrên pêwendiyê hatin teqandin!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Libnan Hizbulaha Libnanê Pagers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Libnanê di dema merasîma veşartina 4 kuştiyên teqîna doh a amûrên pêwendiyê de careke din cîhazên Pagerê û cureyên din ên pêwendiyê hatin teqandin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê ragihand, li seranserê Libnanê hejmarek amûrên pêwendiyê yên walkie talkieyê hatine teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di teqînan de zêdetirî 300 kesî birîndar bûne û 9 kes jî mirine.

Teqîn di dema veşartina termên kuştiyên êrişên doh de hatin kirin.

Her wiha li gorî zanyariyan panelên elektrîka rojê û çend amûrên din cuda jî hatine teqandin.

Li gorî wêneyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, ji bilî amûrê pêwendiyê Pageran hejmarek amûrên bêtêl ên din jî hatine teqandin.

Beşek ji wan amûran li ser cade, mal, dikan û cihên din ên giştî bûne lewma tê pêşbînîkirin ku ziyan zêdetir be.

Bi hoparloran ji xelkê tê xwestin ku bataryayên têlefonên xwe û yên amûrên elektronîk derxin.

Êrişa sîber

Doh amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Cureyê amûrê pêwendiyê yê ku hatin teqandin “Pagers” e û tê gotin ku kompanyaya Gold Apolloyê ew çêkirine û firotine.

Kompanyaya Gold Apolloyê jî ragihand ku amûrên pêwendiyê yên li Libnanê hatine teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê.

Aliyên Libnanî Îsraîlê tawanbar dikin lê Îsraîlê heta niha ti daxuyaniya fermî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst