Lufthansayê seferên xwe yên Tel Evîv û Tehranê rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Lufthansaya ku şirketa rêhewayê ya Almanyayê ye seferên xwe yên Îsraîl û Îranê heta 19ê Îlonê rawestandin.

Lufthansayê ragihand, piştî ku li Libnanê cîhazên ragihandinê yên Hizbulah bi kar tîne hatin teqandin di seferên Îsraîl û Îranê de guherîn hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku seferên balafiran ên Tel Evîv û Tehranê ji ber guherîna demkurt a rewşa ewlehiyê heta 19ê Îlonê hatin rawestandin.

Hat gotin hemû seferên şaxên rêhewayê yên girêdayî Koma Lufthansayê (Eurowings, Swiss, Austrian Airlines, Brussels Airlines) jî di vê heyamê de hatin rawestandin.

Hat bibîrxistin ku ji bo rêwiyên ku bilêtên wan hatine betalkirin derfeta guherîna rezervasyonê yan jî betalkirinê dê çêbibe.

Her wiha hat gotin ku Lutfansa dê çavdêriya rewşê bike û dê di rojên pêş de jî rewşê binirxîne.

Çi bûbû?

Doh li Libnanê bêtêlên ku endamên Hizbulahê bi kar tînin bi hev re hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di van êrişan de 9 kes mirine ku yek ji wan zarok e.

Hizbulahê jî şeva borî daxuyandibû ku 2 endamên wan mirine.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 10 endamên wan ên din jî mirine.