Libnan: Koçberên Sûrî bo vegerê navên xwe tomar dikin

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan Libnan Koçberên Sûrî Vegera Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Libnanê koçberên Sûrî ji bo vegerin welatê xwe, navên xwe li navendên asayîşa giştî ya Libnanê tomar dikin.

Li gor rojnameya el-Neşre ya Libnanî, roja 17ê Êlonê li seranserê Libnanê koçberên Sûrî daku vegerin welatê xwe, navên xwe li navendên asayîşa giştî ya Libnanê tomar dikin, ku niha dosyeya koçberên Sûrî ji aliyê Serokwezîrê wî welatî Necîb Mîqatî bo rêveberê giştî yê asayîşa giştî ya Libnanî Ebbas Ibrahîm hatiye sipartin.

Li gor heman çavkaniyê, her mehê wê 15 hezar koçberên Sûrî li Libnanê bo welatê wan bên vegerandin, di dema 200 minibus ji aliyê hikûmeta Sûriye bi wan tên şandin, ku di bin çavdêriya asayîşa giştî ya Libnanî û Xaça Sor bi amadebûna nûnerên komelyên ser bi Komisyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ew koçber tên vegerandin.

Neşre ya Libnanî herwiha eşkere kir, piştî lîsteyên tomarkirina navên koçberên Sûrî li Libnanê bên temamkirin, wê karwanê yekem piştî 10 rojên bê dest bi vegerê bike.

Çavkaniyên asayîşa Libnanî didin zanîn, eger astengî li ber vegera koçberên Sûrî li Libnanê dernekevin, wê asayîşa giştî ya Libnanê di salekê de 200 hezar koçber vegerîne welatê wan.

Di Gulan û Hezîrana îsal de, serok û serokwezîrên Libnanê ragihandibûn, ku ew qet qebûl nakin koçberên Sûrî ji niha û bi şûnde li welatê wan bimînin, hevdem Neteweyên Yekbûyî, Brîtanya û Yekîtiya Ewropa red dikin ku koçberên Sûrî ji Libnanê û ti welatekî din bizorê bi welatê wan bên vegerandin, ev jî heta krîza wî welatî li gor biryara navdewletî 2254ê bê çareserkirin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî niha nêzîka 700 hezar koçberên Sûrî li Libnanê dijîn, lê hikûmeta Libnanê dibêje zêdeyî 1 milyon koçberên Sûrî li welatê wan dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst