5 welatên Ereb piştî 12 salan ji bo krîza Sûriyeyê civiyan

18-08-2023
RÛDAW
Pênc welatên Ereb piştî 12 salan ji bo krîza Sûriyeyê civiyan
Pênc welatên Ereb piştî 12 salan ji bo krîza Sûriyeyê civiyan
Nîşan Komkara Ereban Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yên 5 welatên Komkara Ereban, li Qahîreya paytexta Misirê li ser krîza Sûriyeyê civiyan.

Wezîrên Karên Derve yên 5 welatan, bi amadebûna Emîndarê Giştî yê Komkara Ereban bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad re civiyan.

Armanca civîna 5 welatên Komkara Ereban dîtina çareseriyekê ye ji bo krîza ku ev 12 sal in bûye girêka kor û maye.

"Em bi hêvî ne"

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî li ser krîza Sûriyeyê got:

“Bifikire çawa krîzeke wiha kûr û demdirêj û aloz e lê tên dixwazin wê biçûk bikin. Em bi hêvî ne ku karibin demekê ji bo bidawîanîna wê destnîşan bikin.

Endamên Komîteya taybet a Sûriyeyê dema ku aliyê Sûriyeyê ji bo gihiştina rêkeftinekê nermî nîşan da, dixwazin karê xwe berdewam bikin.

Ev civîn di çarçoveyeke çalak de ji bo nehiştina ragirtina krîza Sûriyeyê hate kirin.”

Piştî 12 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyeyê re cara yekem e ku Wezîrên Karên Derve yên Misir, Erebistana Siûdiyê, Urdun, Îraq û Lubnanê civiyan.

"Armanca sereke ya civînan gotûbêj e"

Dîplomat Sare el-Şirkanî jî li ser şer û krîza li Sûriyeyê anî ziman:

“Armanca sereke ya civînan, gotûbêjkirina pêşhatên herî dawî yên krîza Sûriyeyê ye, herwiha gotûbêjkirina wan pêngavên ku Hikûmeta Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîzê davêje.

Ev komîte ji bo pêkanîna planeke Ereban ku li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî û yasaya navdewletî bigunce hatiye erkdarkirin.

Me li ser 'sîstema gav bi gav' li hev kiriye ku ew bixwe serkeftineke mezin e.”

Li gorî çavdêrên pêwendîdar, piştî di nava 10 salan de biserneketina kongreyên Cenev, Astana û Soçiyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, niha Komîteya Wezîran a taybet a Komkara Ereban dixwaze ji nêzîk ve bi Hikûmeta Sûriyeyê re girêka kor a vê krîzê veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst