Siûdiyê girêbesta herî mezin bo kirîna dronan ligel Tirkiyê îmze kir

18-07-2023
Kerîm Şewqî
Nîşan TB2 Dron Erebistana Siûdî Baykar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siûdiyê dê dronên Tirkiyê bikire û bo vê mebestê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê û Kompanya Baykar ku dronên TB2 berhem tîne mezintirîn girêbest îmze kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 17ê Tîrmehê geştek bo sê welatên Ereb ên Kendavê dabû destpêkirin. Erdogan destpêkê serdana Siûdiyê kir, di vê serdanê de çend rêkeftin di warên weberanîn û berevaniyê de hatin îmzekirin.  Xala herî giring kirîna dronên Tirkiyê ye ji aliyê Siûdiyê ve. 

Li gorî daxuyaniya fermî ya Siûdiyê, Şahzadeyê Siûdiyê Mihemed Bin Selman li Koşka Selam li bajarê Ciddeyê li beravên Behra Sor pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Ev duyemîn serdana Erdogan e piştî ku di Nîsana 2022an de peywendiyên navbera herdu welatan de asayî bûn, berî niha bi sedema dosyeya Cemal Xaşûqçî nivîskarê Siûdî ku sala 2018ê li Konsulxaneya Siûdiyê li Tirkiyê hat kuştin, têkiliyên herdu welatan têk çûbûn, cudahiyeke mezin di navbera wan herdu hêzên herêmî de çêbibû. 

Biryare ku îro 18ê Tîrmeha 2023an Erdogan serdana Qeterê bike û roja  19ê vê mehê jî serdana Îmaratê bike û dawiyê li gera xwe ya ji bo welatên Kendavê bîne. 

Li gorî ajansa fermî ya Siûdiyê, Erdogan û Mihemed Bin Selman rêkeftinên cuda di warên Enerjî, Weberanîna rasterast, Hevkariya Medyayî, Plana Hevkariya di pîşesaziya berevaniyê de îmze kirine.

Beşa here sereke ya vê rêkeftinê, kirîna dron û pîşesaziya berevaniya asmanî ya Kompnaya Bayraktar a Tirkiyê ye. 

Wezîrê Berevaniyê yê Siûdiyê Emîr Xalid Bin Selman li ser Twitterê belav kir ku rêkeftin di navbera Wezareta Berevaniyê û Kompaniya Bayraktar de hatiye îmzekirin ku dê dronan bifroşe Siûdiyê. Wezîrê Siûdiyê dema kirîna wan dronan eşkere nekiriye.  

Ev mezintirîn girêbeste ku di navbera Siûdiyê û Kompanya Bayraktar de tê kirin.

Berî niha berpirsên Siûdiyê dabûn xuyakirin ku, pêdiviya Siûdiyê bi xwe pirçekkirinê heye bi taybet dabînkirina dronan bo kontrolkirina sînorê li gel Yemenê.  Ji ber ku Siûdiyê hevpeyamniyeke leşkerî li dijî Hûsiyên Yemenê ava kiriye.

Rêveberê Kompanya Bayraktarê Haluk Bayraktar li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kiriye ku  girêbesta herî mezin a henardekirina kelûpelên bergiriyê bi taybet di warê esmanî de di dîroka Tirkiyê de li gel Siûdiyê hatiye îmzekirin, lê Haluk Bayraktar buhayê wê girêbestê eşkere nekiriye.

Hin çavkaniyên Erebî dane xuyakirin ku Siûdî dixwaze dronên ji cura TB2 bikire,  Dronên TB2 yên Bayraktar ku ji aliyê kompanya “Baykar” tên berhemanîn roleke giring li Azerbaycan û Lîbya hebûn, herweha di şerê Ukrayna li gel Rûsyayê de jî roleke mezin bo pêşveçûna Ukrayna hebû. 

Ev di demekê de ku meha borî Kuwêtê girêbestek bi buhayê 367 milyon dolaran li gel Tirkiyê kiriye bo kirîna dronên TB2.

Piştî ku Erdogan roja duh  serdana Siûdiyê kir, beşdarî di foruma aborî û karsazên  Siûdî – Tirkî de kir, ku di vê forumê de 7 rêkeftin di warên xanî, pîşesazê, medya û hêza kar de îmze kirin. 

Di vê serdana bo kendavê der Erdogan dê kar bike bo vejandina aboriya welatê xwe û dabînkirina pere ku niha ji ber bilindbûna enflasyonê gelek pirsgirêk hene,  bi taybet ku buhayê lîreyê Tirkiyê li hember dolar daketineke mezin bixwe ve dîtiye.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst