Di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdiyê de 5 rêkevtin hatin îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdiyê de pênc rêkevtin di warê weberhênana rasterast, pîşesaziya berevaniyê, enerjî û ragihandinê de hatin îmzekirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Ciddeyê yê Erebistana Siûdiyê, ji aliyê Şehzadeyê Cînîşin Mihemed bin Selman ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina Erdogan û Mihemed bin Selman ku bêyî amadebûna medyayê pêk hat, di navbera şandên her du welatan de rêkevtin di warê weberhênan, pîşesaziya parastinê, enerjî, parastin û ragihandinê de hatin îmzekirin.

Di navbera Serokê Ofîsa Weberhênanê ya Serokomariya Tirkiyê Burak Daglioglu û Wezîrê Weberhênanê yê Erebistana Siûdiyê Xalid Al-Falih de  rêkevtina hevkariya weberhênanê hat îmzekirin.

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun û Wezîrê Medyayê yê Erebistana Siûdiyê Selman bîn Yusûf Al-Dawsarî rêkevtina hevkariya di warê ragihandinê de îmze kirin.

Di navbera Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdiyê Prens Xalid bîn Selman Al-Siûd de plana sepandina hevkariyê ya di warê parastinê de hat îmzekirin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar û Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdiyê Prens Ebdulezîz bîn Selman Al-Siûd rêkevtina hevkariya di warê ernejiyê de îmze kirin.

Di navbera Rêvebirê Giştî yê Baykarê Haluk Bayraktar û Alîkarê Cîgirê Berevaniya Erebistana Siûdiyê Xalid Bîn Huseyîn El Bayarî de Rêvketina Hevkariyê ya Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî û Baykarê hat îmzekirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Cîgirên Serokê Giştiyê AK Partiyê Omer Çelik, Zafer Sirakaya, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Serokomariyê Balyoz Akif Çagatay Kiliç jî ligel Erdogan di vê serdanê de amade bûn.