Beşar Esed gihîşte Erebistana Siûdî; dê beşdarî civîna Komkara Erebî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê ji bo beşdarî 32emîn xula civînên Komkara Erebî bibe gihîşte paytexta Erebistana Siûdî, Ceddeyê.

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro Pêncşemê 18ê Gulana 2023an bi armanca beşdariya 32emîn xula civînên Komkara Erebî gihîşte paytexta Erebistana Siûdî, Ceddeyê.

Di sala 2011an de piştî ku Hikûmeta Sûriyê bi tundûtûjiyê çû ser xwepêşandanên gel, endamtiya Şamê ya di Komkara Erebî de hate rawestandin ku heta niha zêdetirî nîv milyon kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad roja Çarşemê beşdarî civîna amadekariyê ji bo lûtkeya wezîrên derve yên welatên Erebî li Ceddeyê bû, di bersiva pirseke kanala televizyona Lubnanî ya El-Cedîd de got ku Esed dê beşdarî civînê bibe.

Her wiha Amerîka jî radigihîne ku ew li dijî asayîkirina peywendiyên bi Hikûmeta Sûriyê re ne.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ji rojnamevanan re got, “Helwesta me zelal e. Em ê ji bo asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Esed re kar nekin û bê guman em piştgirî nadin kesên din jî ku bikin.”

Civîna Komkara Erebî ya ku dê sibe Înê 19ê Gulana 2023an bê kirin dê 3 mijarên girîng li xwe bigire ku ew jî, asayîkirina peywendiyên bi Hikûmeta Esed re, şerê navxwe yê Sûdanê ya di navbera artêşê bi serokatiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştgiriya Bilez bi serokatiya Mihemed Hemdan Dagalo de û şer û pevçûnên berdewam ên li Yemenê ku ev zêdetirî heşt sal in berdewam dikin.