Sekreterê Komkara Erebî: Em bi hêvî ne krîza li Sûriyê bidawî bibe

18-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî ragihand, ew hêvî dike ku vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî bibe alîkar ji bo ku krîza li wî welatî bidawî bibe.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt careke din pêşwazî li biryara vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî kir û got, ew bi hêvî ye ku ew biryar Sûriyê amade bike ji bo vegerandina rola xwe di karûbarên Erebî de.

Ehmed Ebulxeyt duh di civîna wezîrên derve yên welatên Komkara Erebî de ku li Ceddeyê hat lidarxistin, got: “Ez bixêrhatina diktorê hêja û hevalê me Feysel Miqdad dikim ji bo civata me. Ez hêvî dikim ku vegerandina kursiya Sûriyê bibe alîkar ku krîza wê bidawî bibe û wê amade bike ji bo vegerandina rola xwe di karûbarên Erebî de.”

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman jî derbarê vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî û beşdariya wê di Lûtkeya Ceddeyê de ragihand, Me helwesta xwe derbarê vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî eşkere kiriye û em naxwazin ji komdengiya Erebî ya derbarê vegera Sûriyê de derkevin.

Mihemed Bin Ebdulrehman herwiha got, divê çareserî û vegerandina aramiyê bo Sûriyê bi dilê miletê wê bi xwe be

Nûnerê Urdinê yê di Komkara Erebî de Emced el-Edayile jî diyar kir, roleke mezin a Urdinê di vegeraandina Sûriyê bo nav refên Komkara Erebî û beşdariya şandên wê piştî 12 salan de hebû.

Nûnerê Urdinê di Komkara Erebî derbarê civîna Lûtkeya Erebî de jî got, ev lûtke gelekî girîng e ji ber babetên ku têne gotûbêjkirin gelekî girîng in weke pêşhatên li Sûriyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst