Wezîrê Derve yê Sûriyê li Siûdiyê bi wezîrên derve yên hin welatên Erebî re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Civînên amadekarî yên ji bo Lûtkeya Komkara Erebî ya li Ceddeyê berdewam in. Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî ku serdana Siûdiyê kiriye, beriya lûtkeyê li gel wezîrên derve yên çend welatên Erebî civiya.

Wezîrên Derve yên welatên Erebî roja Çarşemê li Erebistana Siûdiyê civiyan û pêşwazî li vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî kirin. Di civîna xwe de wan wezîran herwiha daxwaza rawestandina şer li Sûdanê kirin.

Civîna wezîrên derve yên welatên Erebî berî lûtkeya 22 endaman hat kirin ku biryar e roja Înê 19ê Gulana 2023an li bajarê Cedde yê Siûdiyê birêve biçe. Biryar wiha ye ku Serokê Sûriyê Beşar Esed jî piştî 12 salan di wê civînê de beşdar bibe.

Endamtiya Sûriyê ya di Komkara Erebî de, di sala 2011an de piştî ku hikûmeta Sûriyê bi tundî hewlda tepeserkirina xwepêşandanên li wî welatî dabû, hatibû rawestandin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad berî destpêkirina lûtkeya Komkara Erebî, duh Çarşemê bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan re civiya.

Di civînê de behsa pêwendiyên du alî, vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî û hevahengiya welatên Ereb ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan got ku herêm di çarçoveyekê de ye û rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibe. Her wiha bang li welatên Erebî kir ku di nav xwe de xwedî hevahengiyê bin ji bo bidestxistina aştî, aramî û geşbûna aborî li herêmê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê ligel Wezîrê Derve yê Libnanê Ebdulla Bûhebîb jî civiya û di wê civînê de herdû wezîran behsa pêwendiyên du alî û hevahengiya berdewam a di hemû waran de kirin. Miqdad û Bûhebîb herwiha tekezî li ser vegerandina penaberên Sûrî yên li Libnanê bo welatê xwe kirin.

Feysel Miqdad herwiha bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî, Wezîrê Derve yê Tunisê Nebîl Emar û Wezîrê Derve yê Omanê Bedir bin Hemed Elbûsiûdî re jî civiya.

Miqdad bi Wezîrê Dewletê yê di Wezareta Derve ya Îmaratê de Xelîfe Şahîn re jî hevdîtinek kir.

Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê belav kiriye ku di civînan de mekanîzma bihêzkirina karê hevbeş ê di navbera welatêb Erebî de hat gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya çalakirina peywnediyên Sûriyê li gel wan welatan jî hat kirin.

Wezîrên Derve yên wan welatan jî ji aliyê xwe pêşwaziya vegera Sûriyê bo nav refên Komkara Erebî kirin.