Berdevkê Artêşa Îsraîlê bo Rûdawê: Em xelkê sivîl nakin armanc

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Arye Sharuz Shalicar ragihand ku Hemasê heta niha 3 hezar û 200 mûşek arasteyî Îsraîlê kirine lê sîstema berevaniya esmanî ya Iron Dome ji sedî 90 wan mûşekan jinav birine û dibêje, “Iron Dome” nebûya bi hezaran kesên sivîl ên Îsraîlî bi êrîşên mûşekî yên Hemasê dihatin kuştin. Shalicar tekez jî dike ku ew xelkê sivîl nakin armanc.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Arye Sharuz Shalicar beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û behsa şerê li gel Hemasê û dawîn pêşhat û guhertinên li wê navçeyê kir.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar dike ku  zarok û xelkê Xezzayê bi mûşekên Hemas û cîhadiyên Îslamî hatine kuştin.

“Iron Dome nebûya bi hezaran Îsraîlî dihatin kuştin”

Arye Sharuz Shalicar ragihand ku heta niha “10 kesên Îsraîlî di êrîşên mûşekî yên Hemasê de hatine kuştin, lê ev tenê ji ber hebûna sîstema berevanî ya Îsraîlê bû eger na hezaran Îsraîlî dihatin kuştin.”

Shalicar got, “Îsraîl niha xwediyê sîstema xwe ya berevaniyê ya pêşketî ye û ji sedî 90ê hemû mûşekên Hemasê têkşikandine yan pûç kirine. Hemasê 3 hezar û 200 mûşek avêtine Îsraîlê, eger sîstema berevaniyê nebûye, ketina 3200 mûşekan ku hemû bo navçeya niştecihbûna xelkê hatine şandin hezaran kes dikuştin.”

Li ser pirsyareke Rûdawê derbarê kuştina xelkê sivîl li Xezzayê û berpirsyariya Îsraîlê di kuştina xelkê sivîl de, Shalicar got, “Piraniya wan zarokan bi mûşekên Hemasê hatine kuştin ne Îsraîl, ji sedî 30ê mûşekên Hemasê û cîhadiyên Îslamî li nav Xezzayê ketine û bûne sedema kuştina dehan zarok û xelkê sivîl li nav wî bajarî.”

“Ji sedî 30ê mûşekên Hemasê li nav Xezzayê ketine”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê got jî, “Ji aliyê Filistînî jî li Xezzayê 200 kes hatine kuştin, lê 130 ji wan terorîst bûn û çekdarên grûpên cîhadî bûn, ew ên ku xelkê sivîl in û hatine kuştin, piraniya wan bi êrîşên terorîstan hatine kuştin. Wate ji nêvî zêdetir ên hatine kuştin endamên grûpên terorîst in. Mûşekên terorîstan bi xwe li nav Xezzayê ketine.”

Arye Sharuz Shalicar dibêje, “Ji bo me her kesekî sivîl bê kuştin trajedî ye, zarok, xelkê sivîl, jinên Xezzayê û xelkê Xezzayê ne dijminê me ne û pirsgirêka me ligel wan nîne, dijminên me rêxistinên terorîst in wek; Hemas û grûpên cîhadî. Ew dijminê xelkê Filistîn bi xwe ne jî, ew ji nav xelkê, ji nav malbatan êrîşî Îsraîlê dikin û guhê xwe nadin xelkê xwe.”

Herwiha Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand, “ji sedî 30ê hemû wan roketên ber bi Îsraîlê hatine avêtin, mebesta min ew e behsa 3 hezar û 200 roketan bikim ku ji Xezzayê ve hatine teqandin, ji sedî 30ê wan roketan li nav Xezzayê ketine xwarê, wate em behsa wê yekê dikin ku dehan Filistînî bi roketên Filistîniyên xwe hatine kuştin. Wate Hemasê û cîhadiyên Îslamî ji du aliyan ve tawanê şer kirine û divê ew berpirsyariyê werbigrin.”

“Hemasê medya cîhanî wek mertalê mirovî bikar anî”

Derbarê êrîşa ser avahiya medya cîhanî de jî li Xezzayê, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Arye Sharuz Shalicar ji Rûdawê re got: “Hemas ne tenê cihê xelkê sivîl, ne malbatên Xezzayê lê hewl daye xelkê biyanî, medya û rojnamevanên cîhanî jî bikin mertal bo xwe.”

Shalicar beşdarî bulteneke Rûdawê bû û da zanîn ku ew avahiya medya cîhanî ya êrîş bo ser hat kirin û li ser gelek rexne li Îsraîlê hatin girtin, sedem ew bû, ew avahî bûye ofîsa Hemasê û grûpên cîhadî û got, “Ew ne yekem avahiya bilind a nav Xezzayê ye ku ji aliyê grûpên cîhadî ve tê bikaranîn, ji ber li gor wan ew cihên wiha bo wan silamet in û Îsraîl nikare êrîşê bibe ser wan.”

“El-Jala kiribûn cihê ofîsên rêxistinên terorîst”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê dibêje, “Berî hemû tiştekî rexne normal in û Îsraîl dikare ligel rexneyan bijî û qebûl bike. Pirsgirêk ew e, Hemasê ofîsên xwe, ofîsa xwe ya îstîxbaratî, ofîs û baregahê xwe yê serekî, yekeyên xwe yên elektronîk, baregahên xwe yên serekî yên pîşesazî li nav xelkê sivîl û cihê niştecihbûnê de dideyne, bi taybetî avahiyên bilind. Avahiya El-Jala jî ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat armancgirtin, ne tenê cih û ofîsên çavkaniyên medyayê bû, lê kiribûn cihê ofîsên rêxistinên terorîst jî.”

Arye Sharuz Shalicar tekez dike, “Pirsgirêk ew e Hemas tenê xelkê xwe bikar nayîne, lê fermo di wê baweriyê de ne ku dikarin ofîsên medya cîhanî jî wek mertalê mirovî bo xwe bikar bînin. Ew gelekî mabûn ecêbmayî ji wê ku Îsraîlê êrîşî wê avahiyê kir, ji ber wiha difikirîn ku ewder cihekî silamet e bo wan. Wiha dizanîn êrîşî wan nakin eger xwe li pişt medyayê veşêrin.”