Hizbulahê êriş kir, 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

18-04-2024
Nîşan Hizbulah Libnan Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê diyar kir ku wan ji bo standina tola kuştina 3 leşkerên xwe êrişî Îsraîlê kir û di wê êrişê de 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan bi dronên kamîkaze û mûşekan êrişî navendeke leşkerî ya Îsraîlê ya li gundê Ereb Eramşeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Hizbulaha Libnanê, ji ber wê êrişê 14 leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.

Herwiha rewşa 2 leşkerên birîndar jî giran e.

Gundê Ereb Eramşeyê li ser sînorê bakurê Îsraîlê û başûrê Libnanê ye.

Piraniya şêniyên gundên Ereb Eramşêyê Erebên bedewî ne.

Hizbulaha Libnanê amaje bi wê yekê jî kir ku di êrişa Îsraîlê ya gundên Eyin Bel û Şehabiyê de 3 leşkerên wê hatibûn kuştin û wan heyfa xwe hilandiye.

Îsraîlê roja sêşemê eşkere kiribû ku wan 3 endamên Hizbulaha Libnanê kuştine.

Li gorî zanyariyan, 2 kesên ku hatine kuştin fermandarê Hizbulaha Libnanê bûn.

Hizbulaha Libnanê ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve bi awayekî neyekser çepereke şer li hemberî Îsraîlê vekiriye.

Her du alî bi muşek û dronan êrişî hevdû dikin û di heyama 3 rojên dawî de Hizbulah bê navber êrişî Îsraîlê dike.

Ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta niha li Libnanê 368 kes hatine kuştin û 70 ji wan sivîl in.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ji ber êrişên Hizbulaha Libnanê heta niha 10 jê leşker 18 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst