
Hejmara kesên ku di êrişa Îsraîlê ya şeva borî ya li Xezeyê de hatine kuştin, derket 342 kesan / Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên Îsraîlê yên şeva borî yên li Xezeyê de 5 berpirsên payebilind ên Hemasê hatine kuştin.
Malbatên dîlan ên Îsraîlê banga agirbestê kir.
Hejmara kesên ku di êrişa Îsraîlê ya şeva borî ya li Xezeyê de hatine kuştin, derket 342 kesan.
Rayedarên Xezeyê diyar dikin ku piraniya kesên ku hatine kuştin jin in.
Her wiha hat zanîn ku di nav kesên ku hatine kuştin de berpirsên payebilind ên Hemasê jî hene.
Du çavkaniyên Hemasê ji AFPyê re ragihand ku di êrişên li Xezeyê de Mahmud Ebû Watfa hatiye kuştin.
Hat zanîn ku Ebû Watfayê ku wekî wezîrê karên navxwe yê Hemasê yê Xezeyê tê naskirin, di êrişa esmanî ya li navenda Xezeyê de hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya Reutersê jî di êrişan de çar berpirsên payebilind ên Hemasê hatine kuştin.
Hat zanîn ku ji van kesan Îsam Aldalîs wekî berpirsê ewlehiya navxwe û Mihemed Cemasî jî wezîrê dadê tê naskirin.
Îsraîl û Amerîka Hemasê bi binpêkirina agirbestê sûcdar dikin.
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Brian Hughes di daxuyaniyeke li ser mijarê de Hemas sûcdar kir û got:
“Hemasê dikarîbû dilan berde da ku agirbestê dirêj bike lê red kir û şer hilbijart.”
Hemasê jî diyar kir ku Îsraîlê bi awayekî yekalî dawî li agirbestê anî û xwest ku navbeynkar Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wekî berpirs bibînin.
Li aliyê din, weqfa ku ji aliyê malbatên dîlan ên Îsraîlê ve hatiye avakirin, êrişên li Xezeyê şermezar kir û diyar kir ku destpêkirina şer dê “jiyana dîlan û leşkeran bixe xetereyê” û banga agirbestê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse