Çavuşoglu: Tirkiye û Misir dixwazin têkiliyên xwe xurt bikin

18-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku di hevdîtina xwe ya bi hemtayê xwe yê Misirî de aliyan îradeya xwe ya xurtkirina têkiliyan nîşan dan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got ku di hevdîtina xwe ya Wezîrê Derve yê Misrî Samîh Şukrî de aliyan îradeya xurtkirina têkiliyên di warê enerjî, bazirganî, veguhastin û dîplomasiyê nîşan dan. 

Mevlut Çavuşoglu piştî ku bi Samîh Şukrî yê Wezîrê Karên Derva yê Misrê re li Qesra Tehrîrê ya li Qahîreyê hevdîtinên rû bi rû kir,  di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî. 

Çavuşoglu destnîşan kir ku di têkiliyên dualî de gelek mijarên divê bên pêşxistin hene. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku li ser gelek mijaran sekinîn û got ku "Em dixwazin ku di qada enerjiyê de hevkariya xwe pêş bixin, pêngavên berbiçav biavêjin. Ji bo zêdekirina bazirganiyê di mijarên veguhastinê de qutbûnî çêbûn. Em dixwazin ku van ji nû ve geş bikin. Em dixwazin ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk derxînin asta herî bilind." 

Herwiha Çavuşoglu got ku ji aliyê din ve dixwazin ku hem di mijarên siyasî de hem jî di mijarên herêmî de danûstandinan vejînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst