Gefa ji şer mezintir: Captagon

18-02-2024
RÛDAW
Bikaranîna hebên Captagonê zêde bûye
Bikaranîna hebên Captagonê zêde bûye
Nîşan Hebên Captagon Sûriye Urdin Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrên karên navxwe yên Îraq, Sûriye, Urdin û Libnanê ji bo ku rê li ber bazirganiya madeyên hişbir bi taybetî hebên Captagonê bigirin li Emanê civiyan.

Her çar welatan li ser rûbirubûna bazirganiya madeyên hişbir li hev kir.

Wezîrê Navxwe yê Urdinê Mazin Feraye got:

“Ew mijara ku em li ser gotûbêjê dikin gelek giring û metirsîdar e. Belavbûna madeyên hişbir bandora xwe li ser aborî û civakê heye.

Me hemûyan îtiraf bi wê yekê kiriye ku madeyên hişbir pirsgirêkeke me ya hevbeş e lê em dizanin bêyî hewlên ewlehiyê yên hevbeş em nikarin rûbirûyê van astengan bibin.

Mezintirîn gefên li ser me zêdebûna hebên Captagonê ne ku li nav welatên me tên belavkirin.”

Captagon li Dera û Swêydayê tên berhemanîn

Çavkanî behsa wê yekê dikin ku Captagon li her du parêzgehên Dera û Swêydayê yên Sûriyeyê ku li ser sînorê Urdinê ne tên berhemanîn.

Hibek ji wan ji Afrîqa û Ewropayê re jî tên şandin lê beşa herî zêde bi Libnan û Urdunê re derbasî  welatên Kendavê bi taybetî Siûdiyê dibe.

Qaçaxçiyekî Captagonê got, “Ji Sûriyê ber bi Dubeyê tên şandin û ji wê derê jî dibin Siûdiyê. Yan jî ji Sûriyeyê ber bi Urdin û dîsa ji wê derê dibi Siûdiyê.”

Welatên dorûberê Sûriyeyê, Şamê wekî damezrênerê û organîzatorê wê bazirganiyê bi nav dikin.

Rê li ber qaçaxçiyan nayê girtin

Urdin sazî û dezgehên Sûriyeyê bi wê yekê tohmetbar dike ku li ser sînor rê li ber qaçaxçiyan nagire.

Hinek çavkanî behsa wê yekê dikin, qaşo hikûmeta Sûriyeyê salane nêzîkî 10 milyar dolar sûd ji wê bazirganiyê dibîne lê Şam vê tohmetê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst