VIDEO - Firokeyên B-52 ên Amerîkayê li asmanê navçeyê digerin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand, du firokeyên bombhavêj ên stratejîk ên B-52 li ser asmanê Rojhilata Navîn dest bi geştê kirine.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) girteyeke vîdyoyî ya geşta wan firokeyên bombhavêj ên stratejîk belav kiriye û di dîmenan de proseya wergirtina sotemeniyê ji aliyê wan firokeyan ve tê nîşandan.
Ev pêncemîn car e di wan mehên dawî de ku Amerîka firokeyên B-52 dişîne ser asmanê Rojhilata Navîn û bi taybet kendavê.
Derdora deh rojan beriya niha jî du firokeyên B-52 ên artêşa Amerîkayê ku şiyana hilgirtina bombên atomî hene, û ji aliyê du firokeyên cengî yên F16 ve dihatin skortkirin, li asmanê kendavê û nêzîk sînorê deryayî yê Îranê dest bi geştê kiribûn.
Şandina wan firokeyên serbazî yên stratejîk ji aliyê Amerîkayê ve bo navçeyê di demekê de ye, ku tenê du roj ji temenê îdareya Trump maye û beşek ji şarezayan behsa egera êrişa Amerîkayê bo ser hejmark armancan li nav Îranê dikin.
Li hember wan tevgerên serbazî yên Amerîkayê, Îranê jî amadekariyên xwe yên serbazî zêde kirine û ragihandiye, ji bo bersivdana her êrişeke Amerîkayê amade ye.
Du roj berî niha Supaya Pasdaran a Îranê hejmarek mûşekên balistîk li deryaya Hindê ceriband.
Di çend hefteyên derbasbûyî de Îranê rahênanên xwe yên leşkerî zêdetir kirine, ku ya herî dawî manovra deryayî ya “Pêxemberê Mezin” bû û di wê manovrê de mûşekên balistîk ên bi menzîla 1800 km hatin ceribandin.
Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li hember geşta firokeyên B-52 li nêzîk sînorê Îranê hişyarî da û di twittekê de ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re got: “Eger armanc ji geştên firokeyên we yên B-52, hişyarîdan an tirsandina Îranê be, baştir bû we ew bi milyar dolarana (xercê leşkerî) ji bo silametiya bacderên xwe mesref kiriba.”
Zerîf herwiha dibêje: “Tevî ku zêdeyî 200 salan e Îran ti şerek dest pê nekiriye, lê ji têkşikandina destdirêjkaran natirse.”
Li aliyekê din hikûmeta Îranê bi hêvî ye di dema îdareya nû ya Amerîkayê de, careke din Amerîka vegere nav rêkeftina atomî.
Di 2018 an de Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekşiyabû, ku sala 2015 û di serdema Barack Obama de hatibû îmzekirin.
Di wan mehên dawî de aloziyên navbera Washington û Tehranê zêdetir bûne. Ji ber zêdebûna asta wan aloziyan, Amerîkayê keştiya firokehilgir a Nemetz, firokeyên B52 û jêrderyayiyek şandine Rojhilata Navîn.
Îran li hember wan pêngavên Amerîkayê dilgiran bûye û Wezareta Derve ya Îranê, ew karên Amerîkayê weke gef bo ser asayişa niştimaniya welatê xwe bi nav kiriye.