Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bersiv da Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û got, "Tirkiye li hemberî Kurdan piştgiriyê dide cîhadîstan."
Hikûmeta Îsraîlê biryar dabû ku hebûna xwe li Girên Golanê derxe du qatan.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hebûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê daxûyaniyeke nivîskî belav kiribû.
Wezareta karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku ew biryara Îsraîlê ya berfirehkirina sînorê Girên Golanê yên li Sûriyeyê şermezar dikin û ew ji vê pêşveçûna Îsraîlê nîgeran in.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê bersiv da Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe wiha got:
"Îsraîl daxuyaniyên bêbingeh ên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê yên derbarê Sûriyeyê yên li dijî Îsraîlê red dike.
Rastî ev in:
Tirkiye bi awayekî sîstematîk destdirêjî li ser xaka Sûriyeyê dike, ev pêvajo bi operasyonên leşkerî yên di salên 2016, 2018 û 2019an de dest pê kir û heta niha jî berdewam dike.
Tirkiyeyê herêmên wekalet ava kiriye ku komên çekdar ên wekî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê di bin kontrola wê de tevdigerin.
Niha nêzîkî ji sedî 15ê axa Sûriyeyê di bin kontrola hêzên Tirkiye piştgirya wan dike de ye.
Li van herêman pereyê Tirkiyeyê tê bikaranîn, şaxên bankayên Tirkiyeyê û xizmetên posteyê jî dixebitin.
Her wiha artêşa Tirk bi balafir û dronan binesaziya herêma xweser a bakurrojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.
Tirkiye piştgirî dide hêzên cîhadîst ên ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan tevdigerin.
Welatê herî dawî ku dikare behsa dagirkeriya li Sûriyeyê bike, Tirkiye ye, ku ji sedî 15ê xaka Sûriyeyê di bin kontrola alîgirên wê de ye.
Ti hincet ji bo berdewamiya êriş û tundiya Tirkiyeyê li ser Kurdan ên li Sûriyeyê nîne!"
Israel rejects the false statements made by the Turkish Foreign Ministry regarding Israel in relation to Syria.
— Israel Foreign Ministry (@IsraelMFA) December 17, 2024
The facts are the following:
Turkey has systematically encroached on Syrian territory, a process that began with military operations in 2016, 2018, and 2019, and…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse