Bi wêne û vîdeoyên nîvtazî leşkerên Îsraîlê dixin xefk û davikên xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Îsraîlê îdia kir ku hinek jinên Îranî bi rêya wêne û vîdeoyên nîvtazî hewl didin agahiyan ji leşkerên Îsraîlê bistînin.

Rojnameya The Jarusalem Postê ya Îsraîlê angaşt kir ku Supaya Pasdaran van jinan perwerde dike û bi zimanê Îbranî gelekî baş diaxivin.

Li gorî heman rojnameyê, ev jinên perwerdekirî bi rêya torên civakî xwe digihînin leşkerên Îsraîlê.

Ji wan re wêne û vîdeoyên xwe yên nîvtazî û seksî dişînin da ku agahiyan ji wan wergirin.

Nûçeyê da zanîn ku, hinek jinan ji bajarê Meşhedê yê Îranê bi rêya torên civakî bi leşkerên Îranê re pêwendî daniye.

Van jinan li ser navên jinan 22 profîlên cuda çêkirine û di van hesaban de cih daye wêneyên jinên nîvtazî û bi makyajeke zêde.

The Jarusalem Postê destnîşan kir ku nasnameyên rast ên du jinan hatin diyarkirin û got:

“Ji ber ku wan bêexlaq dibînin jinan dadileqînin lê ji bo ku mêran ji rê derxin jinên Îranî bi kar tînin.”

Rojnameyê herwiha anî zimên, “Hemas jî heman rêbazê bi kar tîne.”

Li aliyên din, Iran İnternationalê jî li ser heman mijarê dosyayek amade kiriye.