Amerîka: Li Deryaya Sor 14 dron hatin xistin

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Deryaya Sor Husî Yemen Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerêkayê (CENTCOM) ragihand ku wan 14 dronan li Deryaya Sor xistine xwarê.

CENTCOMê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin keştiya USS CARNEY di saetên serê sibê de pêleke dronan ji herêmên Yemenê yên di bin kontrola Husiyan de tespît kiriye.

Li gorî daxuyaniyê hêzên Amerîkayê li Deryaya Sor 14 dron xistine xwarê.

Herwiha hat ragihandin ku keştiyên li herêmê zerar nedîtine û ti kes birîndar nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst