Erdogan li Koşka Komarî pêşwazî li Kazimî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro, li Koşka Komarî, pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir. Herdu alî niha di civînê de ne.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya bo Enqerê de jibilî Recep Tayyîp Erdogan dê li gel berpirsên pilebilind ên Tirkiyê bicive.

Di civînan de hevkariya dualî ya di navbera Iraq û Tirkiyê de û komeelek dosye û pirs ku cihê girîngiya hevbeş in di navbera herdu welatan de dê bên gotûbêjkirin.

Beşek ji bernameya serdana Serokwezîrê Iraqê bo Tirkiyê;

-Kontrolkirina sînorê di navbera Iraq û Tirkiyê de

-Zêdekirina rêjeya bazirganî di navbera herdu aliyan de

-Hemahengiya taybet bi av, petrol û hinardekirinê

-Zêdekirina weberhênana Tirkiyê li Iraqê

-Rêya stratejî ya di navbera bendera mezin a Faw û Tirkiyê

-Pirsgirêka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

-Ragirtina êrişên asmanî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê

-Aktîvkirina rêkeftina pêdana vîze

-Aktîvkirina komîteya hevbeş a aborî ya di navbera herdu aliyan de