Teqînek li nêzîk navendeke Hizbulah çêbû

17-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Navendeke Hizbulah li bajarokê Sebûba li rojhilatê Libnanê bû armanca teqînekê û di encam de kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya libnanî, teqîn di rêya otombêleke bombekirî re li nêzîk navendeke Hizbulah li bajarokê Sebûba yê ser bi bajarê Beilbekê ve pêk hat.

Her derbarê teqînê de, ajansa AFP li ser zarê çavkaniyeke ewlekariyê veguhastiye ku teqîn îro saet 4ê sibehê çêbû û di encam de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyê diyar kir ku çekdarên Hizbulahê û hêzên ewlekariyê derdora cihê teqînê dorpêç kirine.

Di çend mehên borî de, navend û avahiyên Hizbulah li Beyrût û navçeya Bîqahê bûne armanca teqînan. Herî dawî jî teqîneke xwekujî di 19ê mijdarê de li ber avahiya Balyozxaneya Îran li Beyrûtê çêbû ku di encamê de 23 kes hatine kuştin.

Şirovekar û çavdêrên siyasî dibêjin ku ew teqîn yek ji bandorên  şerê Sûriyê ye ku çekdarên Hizbulahê di kêleka artêşa rejîmê şerê opozîsyona çekdarî dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst