Koçberên Xezeyê di rewşeke xirab de dijîn: ‘Ava pak jî nîne’

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve milyonek û 600 hezar kes koçber bûne û li dibistan û kampan hatine bicihkirin.

Rêxistinên mirovî weke tê xwestin alîkariya koçberan nakin.

Li aliyê din Îsraîlê ragihand ku karwanê sotemeniyê ji Misirê derbasî Xezeyê bûye lê Neteweyên Yekbûyî dibêje, ew karwan tenê ji sedî 9ê pêwîstiyên xelkê dabîn dike.

Li kampeke koçberan a li bajarê Refehê yê Xezeyê, baran û sermayê rewşa koçberan xirab kiriye.

“Ava pak nîne”

Welatiyekî bi navê Hazim Elqernî got:

“Em koçber bûne û hatine Refehê, em di vê dibistanê dimînin, baran tê nava konê me.

Em bi agirê daran xwarinê amade dikin û jiyana me wêran bûye, ava pak jî nîne.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dibêje, ji ber hejmara zêde ya koçberan a di nava kampan de û nebûna mercên tenduristiyê, zêdetirî 30 hezar koçberên Xezeyê bi zikçûnê ketine.

Çend hefte ne kareba bi temamî hatiye qutkirin û ji ber nebûna elektrîk û sotemeniyê, metirsî heye nexweşxane bên girtin.

Piştî nêzîkî 6 rojan, roja çarşemê Îsraîlê ragihand ku karwanê sotemeniyê di deriyê Refehê yê Misirê re derbasî Xezeyê bûye lê Neteweyên Yekbûyî dibêje, ew sotemenî tenê ji sedî 9ê pêwîstiyan dabîn dike.

Dê qeyraneke mirovî rû bide

Welatiyê bi navê Usame Fewzî anî ziman:

“Em di rewşeke xirab de ne, baranê rewşa me xirab kiriye, pêwîstiyên me yên sereke nayên peydakirin.

Divê daxwaz ji wan rêxistinan bê kirin ku xwarin û vexwarinê bidin me, pêwîstiya wê jî bi çend rojan heye.”

Ji 7 Çiriya Pêşînê ve zêdetirî milyonek û 600 hezar kesî ji Xezeyê koçber bûne û Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide, eger wiha berdewam bike dê qeyraneke mirovî rû bide.