XEZE - Kêmbûna derman û sotemeniyê jiyana zarokên birîndar dixe metirsiyê

17-11-2023
RÛDAW
XEZE - Kêmbûna derman û sotemeniyê jiyana zarokên birîndar dixe metirsiyê
XEZE - Kêmbûna derman û sotemeniyê jiyana zarokên birîndar dixe metirsiyê
Nîşan Xeze Zarok Birîndar
A+ A-

Xeze (Rûdaw) - Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji sedî 40ê qurbaniyên şer ên li Xezeyê zarok in û hinek ji wan bi giranî birîndar bûne.

Kêmbûna derman û sotemeniyê jiyana zarokên birîndar jî dixe metirsiyê.

Dîna di bombebarana Îsraîlê ya li ser mala xwe de lingekî xwe ji dest da û niha bi êşa jidestdana dayik û bavê xwe dijî.

Dîna Ebû Mûhsîna birîndara bombebaraneke got:

“Ez di xew de bûm, bavê min şiyar bû, me bihîst ku mala me tê bombebarankirin, dayik û bavê min rabûn birayê min hembêz kirin, dîsa bombe li me barandin.

Xanî bi ser me de hilweşiya, min lingê xwe ji dest da. Kekê min bi silametî rizgar bû, xwişka min ji rûyê xwe birîndar bû. Min hemû malbata xwe ji dest da. Tenê xwişk û birayê min man. Diya û bavê min şehîd bûn.”

“Ji 3 cihan serê wî şikiyabû”

Ziyad pitikekî sê mehî ye, ew jî bi silametî derneketiye, ji serê xwe birîndar bûye. Dayika wî behsa bombebaranê kir û got:

“Hevjînê min di bin kavilan de bû, birîndar bû, paşê pirsa zarokê me ji min kir, ew di bin kavilan de bû.

Dema min ew gihand nexweşxaneyê, bijîşkan rontgenê wî girtin û ji 3 cihan serê wî şikiyabû.”

Kêmbûna derman û sotemeniyê û berdewamiya şer jiyana bi hezaran birîndaran bi taybetî zarokan dixe metirsiyê.

Bijîşk Hatim Zahir got:

“Rewş her ku çû xirabtir bû, av û elektrîk zêdetir qut dibin û îshal, enfeksiyon, sorik û nexweşiyên çerm zêde bûne, nemaze di nav zarokan de.”

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, 20 nexweşxaneyên Xezeyê ji kar derketine, yên din jî bi başî kar nakin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê banga rawestandina êrişan û dabînkirina derman ji bo birîndaran kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst